Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
- rojane
- 14:45 06
Dadgeha 13’yemîn a Cezayê Giran a Stenbolê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê ji nû ve darizandina Geziyê Tayfun Kahraman bi cih neanî.
Dadgeha 13’yemîn a Cezayê Giran a Stenbolê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê ji nû ve darizandina Geziyê Tayfun Kahraman bi cih neanî.
Dadgeha Herêma Erziromê, doza merttalên zindî ya Îdirê ku 16 kes dihatin darizandin; ji ber astengkirina parastinê, cezadayîna zêde, kêmasiya lêkolînê biryara betalkirina cezayê da.
Sedat Akgok, piştî 31 salan ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê tehliye bû.
Duh bi şev herêmên li rojavayê bajarê Siwêdayê bi çekên giran hate bombebarankirin.
Welatiyan xwest ku şûna avahiya Dibistana Polîsan û Midûriyeta Emniyetê ku hatine hilweşandin, park were çêkirin an jî bibe cihê kombûna erdhejê.
Rêya Hawirdorê ya Wanê ku ji Taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê re derbas dibe, xetereyeke mezin li ser jiyana gel çêdike. Malbatên xwendekar û şêniyên taxê dixwazin serbihurek li ser rê were çêkirin û gotin heta tê çêkirin dê zarokên xwe neşînin dibistanê.
Di çarçoveya lêpirsîna Ekrem Îmamoglû de ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin.
Rojnamevan Baran Germiyanî diyar kir ku nediyariya hilbijartinên Iraqê dê heta roja dawî bidome û destnîşan kir ku ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek, dê pirsgirêkên gel çareser bibin û got: "Dibe ku tevgereke nû derkeve holê."
Prof. Dr. Yusuf Gunerhan der barê pêvajoyê de fikarên xwe anî ziman û got: "Divê em weke civak di nava piştevaniyê de bin. Divê em ji bo serkeftina pêvajoyê hewl bidin û bixebitin.”
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Cezayê hefsê yê Akiş, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat betalkirin û dê di 3’yê Kanûnê de ji nû ve were darizandin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriyê Îlham Ehmedê got: "Hêviya me Sûriyeya nenavendî, demokratîk û pirreng e."
Parlamenterên Meclisa Neteweyî ya Fransayê, deklarasyonek têkildarî pêwîstiya rêzgirtina Tirkiyeyê li hemberî mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îmze kir.
Cezayê 5 mamostayên Kurd ên endamên Encûmena Yekîtiya Mamostayên Kurd ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hate erêkirin.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê cih digirin re civiya.