Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
- rojane
- 09:00 03
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 307’an de bi manşeta “Pêvînayîş avzel o” derket.
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 307’an de bi manşeta “Pêvînayîş avzel o” derket.
Tayîp Temel ê DEM Partiyî diyar kir ku îktîdar pêşiya civakîbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk digire û got: “Îktîdar hewl dide CHP’ê li ser maseyê rake û ev jî pêşî li civakîbûna pêvajoyê digire.”
Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di civîna danasînê ya li Antalyayê de qala armancên însiyatîfê kir û got: “Em ji bo avakirina yekitiya neteweyî, demokrasî û xurtkirina aştiyê ketin rê. Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye.”
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê, hevdîtina xwe yar herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re, ragihand ku Abdullah Ocalan gotiye: “Ez li vir dixebitim. Bi şev û roj ez dixebitim. Derfetên we zêde ne, saziyên we hene divê hûn civakê bi rêxistin bikin. Divê hûn erka xwe bi cih bînin.”
Tuncer Bakirhan got: “Aştî ne diyariyek e, pêvajoya avakirinê ye. Berpirsiyariya herî mezin dikeve ser rêveberiyên me yên herêmî.”
Danîşîna ewil a doza êrişa li dijî Nûnertiya Evrenselê ya Îzmîrê ku di meha Tebaxê de hatibû kirin, dê sibe bê lidarxistin. Rojnamevan Eda Aktaşê got: “Sibe em li edliyeyê li benda hemû hêzên ked û demokrasiyê ne” û ji bo tevlibûna danişînê bang kir.
Li Meksîkayê di marketekê de şewat derket. Di şewatê de zarok jî di nav de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina wan a bi Abdullah Ocalan re xurtkirina rêxistina herêmî û siyaseta gelparêz a rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide hatiye destnîşankirin.
Di çalakiya Stenbol û Enqereyê de daxwaza tehliyeya girtiyên nexweş Adnan Oztel û Mehmet Tahîr Avci hat kirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, “Nobeda Edaletê” di hefeta sêyemîn de didome.
DÎSK Basin-Îş û MKG’ê, têkildarî erêkirina cezayê hefsê yê 7 rojnamevanan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev li dijî azadiya çapemeniyê û heqîqetê êriş e û banga têkoşînê kirin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li çar bajaran çalakî lidarxistin, edalet xwestin û diyar kirin ku riya aştiyê bi qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe.
Dayikên Şemiyê gotina “hestiyên me ji biran derxin, divê şahidiya me delil bê qebûlkirin” bibîr xistin û daxwaza edaletê kirin.