Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
- rojane
- 14:49 01/9
Li qada stokê ya Tesîsên Bêjandin Şikandina Komirê ya li Şirnexê şewat derket.
Li qada stokê ya Tesîsên Bêjandin Şikandina Komirê ya li Şirnexê şewat derket.
Baroyên Amed û Mêrdînê bi boneya sala nû ya edlî daxuyanî dan. Baroyan, hêvî kirin ku îsal bibe sala serweriya hiqûqê, serbixwebûna darazê, rêzgirtina li mafên mirovan û ji bo pêvajoyê jî banga avêtina gavan kirin.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, der heqê rojnameya Cumhuriyetê ku TJA krîmînalîze kiribû, serlêdana sûc kir.
DFG’ê da zanîn ku di meha Tebaxê de der heqê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, gef li 2 rojnamegeran hatiye xwarin û di meha Tebaxê de 33 rojnameger girtî ne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku heke pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser keve dê qedera Rojhilata Navîn jî biguhere û got: “Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.”
Welatiyên Wanê bal kişandin ser pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin: “Êdî bes e, bila ev dijminatî bi dawî bibe. Di bin navê aştiyê de bila serî li rêyên cuda nedin û pêvajoyê temam bikin.”
Psîkanalîsta Fransî Elisabeth Roudinesco, diyar kir ku ew piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan û got: “Ev pêvajoya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê û bi taybet jî j bo Ewropayê ji her demê bêhtir pêwîst e.”
DBP û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û banga “Li dijî şer em li dora daxwaza aştiyê bibin yek” kirin.
Akademîsyenê Aştiyê Yucel Demîrer, got, “Heke ev hewldana aştiyê jî têk biçe, ne tenê welatê me lê dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên tarî bîne.”
Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” derket.
Hat ragihandin ku derdora Bendava Tişrînê şevê din careke din bi SÎHA’yan hatiye bombebarankirin.
Daxwaza di mitînga 1’ê Îlonê ya Rihayê de derketî pêş, “Wekhevî û jiyana li welatekî azad” bû.
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Xarpêtê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de peyama ku tevgera ciwanan û jinan dê bibin pêşengên aştî û siyaseta demokratîk hat dayin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmgûllari di şahiya 1'ê Îlonê de bal bir ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û pêwîstiya hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re.