Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
- rojane
- 14:44 04/10
Nexweşê penceşêrê Abdurrahman Gemîcîoglû piştî cezayê wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatî erêkirin, bêyî tedawiya wî temam bibe şandin girtîgehê.
Nexweşê penceşêrê Abdurrahman Gemîcîoglû piştî cezayê wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatî erêkirin, bêyî tedawiya wî temam bibe şandin girtîgehê.
Şandeya DEM Partiyê serdana malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku ji 27'ê îlonê ve winda ye, kir.
Bi sedan parêzerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li AYM’ê dabûn, ji ber ku derheqê serlêdana wan de biryar nedaye, AYM’ê protesto kirin. Parêzeran ji AYM’ê re gotin: “Berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
Hayrettîn Ekîncî ê 30 salan di girtîgehê de ma û tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin, li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin.
20 xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên ji ber tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûbûn bi hinceta “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” hatin darizandin beraet kirin.
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê bang li mamosteyan û UNESCO'yê kir ku li dijî polîtîkayên cihêkar û bişaftinê yên nasname û çandên cuda tune dihesibînin û pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê digirin derkevin.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ji bo betalkirina qanûna cezayê hefsê ya “heta mirinê” ku li Abdullah Ocalan û gelek girtiyan hatiye birîn, pêşniyarqanûn dabû. Aslan, aqûbeta vê pêşniyarqanûnê ji Serokê Meclisê pirsî.
Yek ji girtiyên nexweş ku Fevzî Arslan ku mejiyê wî dihele, ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nekir, naşînin nexweşxaneyê. Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Arslan were tedawîkirin û sepana lêgerîna nava dev bi dawî bibe, serî li Wezareta Karên Hundir dan.
Polîsê teqawid Fîkret Bala li Sêrtê di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Êlihê li ser serlêdanên ji bo girtî Nûrettîn Dayan ê ku nexweşiya penceşêrê ya pişikê pê re heye hatin kirin biryar hate dayîn ku înfaza wî 6 mehan were taloqkirin.
Di encama serdegirtinên malan ên li Çanakkaleyê de 3 kes hatin binçavkirin.
Cezayê Abdurrahman Gemîcîoglû ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Gemîcîoglû ku nexweşiyên wî yên giran hene, bi ambulansê sewqî Girtîgeha Wanê hate kirin. Karûbarên ketina girtîgehê yên Gemîcîoglû di ambulansê de hatin kirin û piştre birin nexweşxaneyê.
Li Arjantînê, di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Amediyên ku gotin “Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin û zindanan vala bikin” ji bo mitînga ku dê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan bê lidarxistin bang kirin.