Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû destnîşan kir ku berpirsiyariyên wan ên dîrokî hene û got: "Hêviya min ew e ku em hemû rengan vexwînin ser sifreyê. Li şûna rabûna hin kesan, divê em bikin ku hemû reng li ser sifreyê rûnên." 
 
Piştî ku Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê ji Tifaqa Miletê veqetiya, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû Desteya Rêveber a Navendî li navenda giştî ya partiyê kom kir. Kiliçdaroglû piştî civînê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyameke bi dîmen belav kir. 
 
Kiliçdaroglû di peyama xwe de ev tişt gotin: "Hêviya min ew e ku em hemû rengan vexwînin ser sifreyê. Li şûna rabûna hin kesan, divê em bikin ku hemû reng li ser sifreyê rûnên. Lewma ne ez ne jî ji partiya me hevrêyê min, em ê rê nedin tu rageşiyê. Em ê her bi awayekî berpirsiyar tevbigerin. Em ê kesî li paş nehêlin. Em hemû welatiyên Tirkiyeyê vedixwînin ser vê sifreyê. Bila fikar bi gelê mre çênebin. Em ê bi her awayî Erdogan û makînaya wî ya propagandayê têk bibin. Bawer bikin, em ê têk bibin."