Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike

img
ENQERE - Piştî krîza di civîna 12’emîn a Tifaqa Milet de, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû dê bi Meral Akşenerê re hevdîtinê bike. 
 
Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener di civîna 12’emîn a Maseya Şeşling de mase terikandibû. Akşener, di serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş de daxwaza xwe ragihand. Akşener dixwaze ku Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar. Ji bo vê daxwazê ji Tifaqa Milet re ragihînin, Îmamoglû û Yavaş ji ewil çûn cem Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû û piştre jî derbasî Navenda Giştî ya CHP’ê bûn û ji Kiliçdaroglû re ragihandin. 
 
Tê gotin ku piştî ragihandina daxwazê, dê Kiliçdaroglû û Akşener hevdîtinê bikin.