Buldan: Em ê mijara diyarkirina namzetiya serokkomariyê dîsa binirxînin

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan anî ziman ku dê polîtîkaya xwe ya diyarkirina namzetê serokkomariyê dîsa binirxînin û wiha got: “HDP dê hemû lîstikên berhema endezayariyên siyasî xera bike û siyaseteke avaker biafirîne.” 

 
Koma Parlamentoyê ya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê civîna koma partiyê li dar xist. Meclisa Jinan a HDP’ê û nûnerên pêkhateyên partiyê, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Seroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan, Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Adibellî, Platforma Em ê Pêşî li Ber Cînayetên Jinan Bigirin, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên jinan û hiqûqê tev li civînê bûn. Dovîzên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ne bi tenê bi hev re ne” danîn ser kursiyên eywanê. Civîn, bi pêşandana sînevîzyonê dest pê kir ku tiştên jinên bûne mexdûrên erdhejê jiyayîn û xebatên Meclisa Jinan a HPP’ê vedigot. 
 
‘EM 8’Ê ADARÊ DE BIN SÎYA KARESATÊ DE PÊŞWAZÎ DIKIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ew 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di bin siya karesatê de pêşwazî dikin û wiha domand: “Ji bo me 8’ê Adar roja mezinkirina têkoşîna azadiyê û piştevaniyê ye. Lê mixabin em 8’ê Adara îsal di bin siya karesateke mezin de pêşwazî dikin. Ez careke din dibêjim ku Xwedê rehma xwe li qurbaniyan bike, serê malbatên wan sax be û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazim. 
 
AMEDSPOR DÊ HÊJ GELEK GOLAN BIAVÊJE 
 
Li rexekî em van êşan dijîn û li rexa din jî dibin şahidê faşîzma rêxistinkirî ya di maça Amedspor-Bursasporê de. Wêneyên di maçê de hatine vekirin nîşan dide bê ka faîlên van êrişan kî ne. Amedspor bi tenê nîne. Şirîkê biçûk ê hikûmetê di axaftina xwe de xwedî li êrişa faşîst û çeteyên tarî yên salên 90’î derket. Ser re jî got ‘Amed tune ye’, ‘Amedspor tune ye.’ Ez jî dibêjim Amed heye û dê her hebe jî. Amedspor heye û dê her hebe jî. Dê Amedspor hêj gelek golan biavêje. Yên ku dê nebin hûn in û dê bi hilbijartinê biçin. Hûn bi vî şêwazê xwe jî nîjadperest ve mehkûmên têkçûnê ne. Em ê bi tu awayî rê nedin kesên dixwazin welêt bibin tarîtiya salên 90’î. 
 
EM Ê DI SIYASETÊ DE HER TIM DIYARKER BIN
 
Pêşeroja gelan ji bo me ser her hesabê re ye. Weke HDP’ê em ê rola xwe ya di çarçoveya rêgezan de bi cih bînin. Dê teqez îktîdara yekperest, otorîter û mêr-serdest têk bibin. Dê tu lîstik û provakasyon nekarin rê li ber vê bigirin. Çareserî, lihevkirina li ser rêgezên qada jiyanê ya hevpar e. Çareserî ne îmha û înkar lê bicihanîna daxwaza gel a demokrasî, wekhevî û azadiyê ye. Tifaqa Ked û Demokrasiyê jî dê li gorî van rastiyan her tim bibe hêviya gelan. 
 
PIŞTEVANIYA JINAN ÇAVKANIYA HÊVIYA ME YE
 
Bêguman êş û hêrsa me mezin û şîna me giran e. Li dijî vê hem berxwedana me û hem jî piştevaniya me jî pir mezin e. Tevî hemû astengiyên dewletê jî piştevaniya me ya civakî, piştevaniya jinan û ya ciwanan mezin bû û vê jî hêviya mezintir kir. 
 
EM Ê DI 8’Ê ADARÊ DE LI QADAN BIN
 
Em ê li dijî rejîma yekzilam a ku di 8’ê Adarê de erdhej veguherandî karesatê, li dijî pergala mêrserdest û tundiya li dijî jinan, bi dirûşma ‘Em ne bi tenê bi hev re ne/jin, jiyan, azadî’ li qadan bin. Di erdhejê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Li herêmên erdhejê dewlet tune bû, tifaqa AKP-MHP’ê tune bû, AFAD tune bû, Heyva Sor tune bû. Guhê xwe li dengê gel girtin. Xelkê li gorî derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin û em şahidê vê yekê ne. Mixabin gelek kesên di bin kavilan de ji sermayê mirin. Kesên ji ber erdhejê nemirîn, ji ber tunebûna saziyên hikûmetê mirin. Berpirsyarê vê karesatê, ev îktîdar e ku gel terkî qedera xwe kir. Ew bi xwe li xwe mikûr hatin û helalî xwestin. Lê ev gel dê heqê xwe li we helal neke. Tevî bîlançoya giran jî yek ji wan îstîfa nekir. Em ê heqê xwe li kesên pariyê nanê gel didizin, yên jiyana jinan didizin, yên pêşeroja ciwan û zarokan didizin helal nekin. Çi dibe bila bibe em ê li pêşberî edaletê hesaba vê ji we bipirsin. 
 
LI HERÊMÊN ERDHEJÊ TUNDIYA LI SER JINAN 
 
Di vê pêvajoya erdhejê de jin rastî cihêkarî û her cureyên tundiyê hatin. Mixabin li van herêman jinên astengdar û yên penaber rastî cihêkariyeke pir mezintir tên. Xwedî cihên bihîjyen û biewle nînin. Gelek jin di erdhejê de birîndar bûn û êdî astengdar in. Amûrên medîkal ên pêwîst û derman nehatin peydakirin. Ji bo vê pirsgirêkê çu tevdîrên lezgîn nehatine girtin û piştgirî jê re nehatine kirin. Her wiha endamên LGBTÎ+ ku di hedefa îktîdarê de ne jî rastî van cihêkarî û newekheviyan tên. Me jinan hewl da pêdiviyên wan bi cih bînin û em ê hêj vê piştevaniya xwe bidomînin. Ev hikûmet, ji bo welêt û jinan mezintirîn karesat e. Ya ku jiyan û pêşeroja me di bin kavilan de hiştî ne erdhej lê ev pergala talan û rantê ya riziyayî ye. Heke şaredariyên me bi destê qeyûman nehatana xespkirin, dê encam pir cuda bûya û mexdûriyetên ewqas mezin çênebûna. Lewma ji bo em welêt ji karesatan xelas bikin, divê ji ewil xwe ji vê rejîma qeyûman rizgar bikin. Vê yekê jî em jin dê pêk bînin. 
 
EM LI HERÊMÊN ERDHEJÊ BI JINAN RE HATIN BA HEV 
 
Me serdemekî zehmet derbas kir. Me gelek mirin û nelirêtî dîtin. Lê li rexa din jî enerjî û piştevaniya bêdawî ya jinan hêviya me mezi kir. Di çarçoveya 8’ê Adarê de em li herêmên erdhejê bi jinan re hatin ba hev. Me jinan bi hev re ber bi Mereş, Dîlok, Semsûr, Hatay, Riha, Osmaniye, Edene û Meletiyê ve TIR’ên Mor şandin. Her wiha ji Êlih, Cizîr, Amed, Wanê em bi wesayîtên xwe yên mor ketin rê. Lîsteyên pêdiviyên mor dest bi dest geriyan û veguherîn xelekeke zincîra piştevaniyê. 
 
Êşa me çiqas giran be, vîn û piştevaniya me jî ewqas mezin e. Lewma em ê di demên pêş de rêxistiniya xwe hêj xurtir bikin û piştevaniya bi herêmên erdhejê re hêj mezintir bikin. Dê xwe bigihînin her deverê û yek jin jî dê xwe bi tenê hîs neke. Baweriyeke me ya mezin bi jinan heye. Em jin dê kavilên erdhejê rakin, dê dawî li vê îktîdara karesatê bînin û jiyana nû bi hev re ava bikin. Li dijî siyaseta hilweşîner a îktîdarê, em ê torên piştevaniyên hîn bêhtir birêsin. Ev yek dê tenê bi piştevaniyê bisînor nemîne, di heman demê de yek bi yek em ê hemû kesên berpirsyariya wan di vê karesatê de heye derxînin holê û wan teqez bidarizînin. Em ê dawî li vê îktîdara betonê ya rantxwir bînin, dawî li cihêkarî û zayendperestiya li qada karesatê bînin, Wezareta Rewşên Awarte û Karesatan ava bikin. 
 
DORPÊÇKIRINA DAXWAZA GEL A DEMOKRASIYÊ
 
Derdorên tarî yên ku êrişî daxwaza guherînê ya civakê dikin, hewl didin daxwaza gel a demokrasiyê dorpêç bikin. Civak êdî guherînê dixwaze. Em dibêjin ne siyaseta înkarê ne jî ya restorasyonê. Çareserî, Rêya Sêyemîn e. Ji ber namzetiyê ez birêz Kemal Kiliçdaroglû pîroz dikim. Derdê me hesabên biçûk nînin. Di çarçoveya rêgezên polîtîk de berpirsyariya me ya bo gelê me heye. Em ê di rojên pêş de polîtîkaya xwe ya diyarkirina namzetê/a serokkomariyê dîsa binirxînin. HDP dê hemû lîstikên berhemên endezyariya siyasî têk bibe, siyaseteke avaker biafirîne, Rêya 3’yemîn mezin bike û bibe navnîşana hêvî û guherînê.”
 
Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan û ji Komeleya Dem Dema Jina ye Dîlek Başalan jî bal kişandin ser erdhejê û gotin ku dê vê pêvajoya giran jî derbas bikin û divê tu tiştek neyên jibîrkirin û hesab were pirsîn.