Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê

img
ENQERE - Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû wiha got: “Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê. Ma çi elehî de vê de heye?” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) û namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû têkildarî nîqaşên hevdîtina bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi Halk TV’ê re axivî. Kiliçdaroglû got; “Ma çi elehî di serdana min a HDP’ê de heye?” 
 
ESASEKÎ DEMOKRASIYÊ YE
 
Kiliçdaroglû têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê. Weke namzetê serokkomariyê, ez ê bibim serokkomarê temamiya Tirkiyeyê, 85 milyon kesan. Kesekî xwedî vê îdiayê me û ji xwe serdanên partiyan esasekî demokrasiyê ye. Ma çi elehî di serdana min a HDP’ê de heye? Em li Meclisê di bin rêveberiya Serokwekîlê HDP’î de dixebitin. Di komîsyonan de em bi parlamenterên HDP’î re dixebitin. Tu tiştek ji serdana min a HDP’ê xwezayîtir nîne. Jixwe hewl didim xwe bigihînim hemû derdorên civakê. Dê xebatên min ên di vê çarçoveyê de bidomin.”