ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî di dema hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir de wezîr Yerlîkaya rexne kir û wiha got: “Roja hûn hatine ser peywirê heta niha we peywira qeyûman ji bo du mehan dirêj kir. Derdora we bi qeyûman tije bû.”
Di hevdîtinên “Teklîfa Qanûnê ya Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an” de ku li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê didomin, bûdçeya Wezareta Karên Hundir hate nîqaşkirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî di dema hevdîtinan de mafê axaftinê girt û bertek nîşanî pêşkeşiya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya da.
‘JI BO WE NE AZADÎ LÊ EWLEHÎ LI PÊŞ E’
Tîryakî, got ku dema wezîr pêşkeşiya xwe dikir tenê qala “ewlehiyê” kiriye û qet qala azadiya nekiriye. Tîryakî, bertek nîşan da û wiha got: “Hikûmeta we çi dike? Ji bo hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê dibêjin ‘lûtfa xwedê ye.’ Ji wê rojê heta niha jî ev welat bi rejîma OHAL’ê tê birêvebirin. KHK’ên di dema OHAL’ê de hatine derxistin bûn qanûn. Ji bo we li vî welatî tişta ji ewil ne azadî lê ewlehî ye. We rewşekî wisa ava kir ku piraniya welatiyan xwe azad hîs nakin.”
'EM SIYASETA DEMOKRATÎK DIMEŞÎNIN’
Bi domdarî Tîryakî got ku weke HEDEP’ê ew siyaseta demokratîk dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja partiya me hatiye avakirin heta niha rastî êrişan tên. Li dijî me êrişên nîjadperest hatin kirin. Ji 2015’an heta 2022’yan li dijî HDP’ê û endamên wê herî kêm 332 êrişên fîzîkî hatin kirin. Di encama piraniya van êrişan de endamên me birîndar bûn û hinek jî bi mirinan bi encam bûn. Li Kanîreş a Çewligê wesayîta hilbijartinê bi çekan hate gulebarankirin. Hamdullah Oge jiyana xwe ji dest da. Di nava rojê de kujerekî li Îzmîrê êrişî avahiya me kir û rêhevala me Denîz Poyraz qetil kir û hewl da avahiya me bişewitîne.”
Tîryakî, gelek bûyerên li dijî partî û endamên wan hatiye kirin yek bi yek bi bîr xist. Tîryakî, got ku di heman pêvajoyê de herî kêm 5 hezar endamên wan hatine girtin.
TIRKIYE BÛYE BIHÛŞTA SÛCÊN BIORGANÎZE YÊN KÛREWÎ!
Bi domdarî Tîryakî ev tişt anî ziman: “Li gorî daneyên ‘Rapora Sûcên Biorganîze ya Kûrewî’, Tirkiye di nava 193 welatan de di rêza 14’an de ye. Di 21 salên îktîdara AKP’ê ya ku hûn pesnê wê didin de Tirkiye veguherî ‘bihûşta sûcên biorganîze yên kûrewî.’ Tevahiya serokên mafyayan û baronên tiryakê li Tirkiyeyê ne. Di vîlayên xwe de mîna qralan dijîn. ”
’DORA WE BI QEYÛMAN TIJE YE’
Di berdewamê de Tîryakî bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Tayînkirina qeyûman, sûcê li dijî destûra bingehîn e. Di çarçoveya xala 127’an de heke tenê ji ber peywira wan derheqê wan de sûcek hatibe kirin dikarin ji peywirê bên dûrxistin. Lê tu serokên me ji ber peywira xwe nehatine sûcdarkirin. Hûn şirîkê vî sûcî ne. Ji ber ku roja hûn hatine peywirdarkirin heta niha hûn ji bo du mehan peywira qeyûman dirêj dikin. Dora we bi qeyûman tije bûye. Derheqê Meclisên Şaredariyê de tu îdia yan jî lêpirsîn nînin lê bi tayînkirina qeyûman hatine feshkirin. Li cihê ku we qeyûm lê tayîn kirine meclisan nekarîn xwe komî ser hev bikin. Ev yek, bi eşkereyî xespkirina vîna gel e. Em vê, weke xespkirina mafê bijartin û hilbijartina yên kurd dihesibînin.”
Tîryakî, nexşeya bajarên Kurdistanê yên qeyûm lê hatine tayînkirin nîşan da û wiha pê de çû: “Li erdnîgariyên ku piraniya wan kurd lê dijîn, sê meh piştî hilbijartinê bêyî lêpirsînek hebe hevşaredar ji peywirê tên dûrxistin û qeyûm tên tayînkirin.”
Di vê navberê de AKP û MHP’iyan hewl dan axaftina Tîryakî qut bikin.
GOTINÊN MÎROGLÛ BI BÎR XIST
Tîryakî, gotina wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu ku digot; “Erdogan ferman da, min jî rojek piştre qeyûm tayîn kir.” bi bîr xist û wiha derbirî: “Li xwe mikûr hat ku ev ne kiriyareke qanûnî bû. Ma dê êdî çawa li xwe mikûr bê? Her wiha endamê MKYK’a AKP’ê got; ‘li van bajaran an dê AKP bi ser keve an jî dê dewlet qeyûman tayîn bike.’ Hêj li holê hilbijartin tune ye. Gelo ma bêhiqûqtiya ji vê mezintir heye?”
Di vê navberê de parlamenterên AKP’ê pirsa navê kesê wisa gotî kirin. Tîryakî û HEDEP’iyan jî gotin Mîroglû gotiye. Li ser vê yekê AKP’iyan telefonên xwe vekirin û lê nihêrtin bê ka Mîroglû wisa gotiye yan na.
‘REJÎMA HEYÎ JI DÎKTATORIYÊ XERABTIR E’
Tîryakî, wiha dom kir: “Li vî welatî mafê bijartin û hilbijartinê nîne. Bi salan meş û xwepêşandan qedexe kirin. Mînaka vê li cîhanê nîne. Li welatên bi dîktatoriyê tên birêvebirin jî qedexeyên ewqas dirêj nînin. Heke protesto bi kêrî hikûmetê bên li wir demokrasî heye lê heke ne bi dilê hikûmetê bin, li wir demokrasî bi dawî dibe. Li wir qedexe û dîktatorî dest pê dike.”
REQEM BI RÊYA MÎNAKÊ VEGOT
Tîryakî, bi lêv kir ku ji bo parastina serokkomar rojê 3 milyon û nîv lîre pere tên xerckirin û ev reqem mehê dike 800 milyon lîre. Tîryakî, ev tişt anî ziman: “Ez mînakekî wiha bidim da ku her kes bizane bê ka ev pereye pereyekî çiqas mezin e. Dema tu mûçeyê 600 parlamenteran ê 9 meh kom dikî, ji sê paran parekî vî pereyî dike. Vaye hûn dibînin bê ka reqemeke çiqas mezin e. Pir eşkereye ku qelemên wezaretê adil nînin. Anku baca ku hûn ji xelkê distînin, ji bo parastina serokkomar xerc dikin.”
‘HIKÛMET JIDIL NÎNE’
Tîryakî, daxuyaniya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ku a di dema êrişên dewleta tirk ên li dijî Efrînê de gotibû; “Şer, pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e” bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Piştre li dijî TTB’ê êriş hatin kirin, endam û rêveberên wê hatin girtin û binçavkirin. Ji bo tayînkirina qeyûm jî we her tiştek kir. Lê TTB mîna hikûmetê nejidil nîne. Li Tirkiyeyê çi parastibe, li her devera cîhanê heman tişt parast. Li dijî kiriyarên Îsraîlê yên li Xezeyê derket û ji Yekitiya Bijîşkên Îsraîlê re name şand. Jê re got; ‘alîkariyê bidin her kesê pêdiviya wan pê heye.’ TTB’ê li Tirkiyeyê çi parastibe, li Filistînê jî heman tişt parast. Lê hikûmeta we, partiyên di nava hikûmeta we de tiştê li Filistînê parasin, li tu deverên din naparêze. Hikûmeta we jidil nîne.”