Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
- polîtîka
- 19:15 01/9/2021
Mîtînga Roja Aştiya Cîhanê ya HDP û DBP’ê li dar xist, bi dirûşme û meşa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.
Mîtînga Roja Aştiya Cîhanê ya HDP û DBP’ê li dar xist, bi dirûşme û meşa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, gotinên Gandhî yên "Rêya aştiyê nîne, aştî bixwe rê ye" bibîr xist û got: “Pêdiviya gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi aştiyê heye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, anî ziman ku bi deklarasyona ku di meha Îlonê de aşkera bikin wê polemîkên siyasî bi dawî bikin û got: “Niha dema destpêkeke nû ye. Ji bo ku bi desthilata AKP-MHP'ê bidin windakirin, divê her kes serkeftinê ji bo xwe bike armanc.”
Parlamentera HDP’ê Pero Dundar li Midyadê axivî û got: “Divê her kes bi hêvî û hêzdar be û bi xwe bawer be. Çimkî emrê vê îqtidarê kurt e.”
Parlementerê HDP’ê Garo Paylan ê di hevdîtina li Dîlokê de axivî wiha got: “Em bikarin HDP’ê mezin bikin wê demê dê tecrîda li Îmraliyê jî rabe.”
Şandeya HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re civiya. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku heke pêşiya rêxistinên demokratîk were vekirin wê li Tirkiyê gelek pirsgirêk werin çareserkirin.
Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari ya di hevdîtinê de li navçeya Bazarcixê axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan were rakirin.
Hevserok û endamên partiyê yên DBP û HDP'ê yên di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de hatin Sêrtê, bi çepik, tilîlî, çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di hevdîtinên bi gel re, gel peyama xwe ya di warê "tecrîd, yekîtî û azadiyê" de bi awayekî aşkere daye. Aydenîz got: "Gelê me dibêje, têkoşîn girêdayî şikandina tecrîdê ye û divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê berdan."
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûsatafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, diyar kir ku ji bo dizî û nelirîtiyên ên berê aşkere nebin cardin qeyûm tayinî şaredariyan hatine kirin û got: "Roj bê dê AKP û qeyûm biçin û dê hesabê diziyên hatine kirin bê pirsîn."
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew ê yekîtiya neteweyî bo ku pêk were ji partiyên siyasî wêdetir dê di nava civakê de ava bikin û got: “Têkoşîna gelê kurd di wê pozîsyonê de ye ku astengiyên li pêş yekîtiyê rake.”
Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û ji bo rakirina tecrîdê bal kişand ser têkoşînê.
Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê, di daxuyaniya derbarê Afganîstanê da de w,ha got: "Daxwazên jin û gelên li Afganîstanê yên demokrasî û azadiyê, qurbana berjewendiyên polîtîk ên reel hatin kirin."
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya civakê tê sepandin û ev tişt got: "Heta ku tecrîd bidome em ê nikaribin tiştekî bikin. Ji ber vê divê em tecrîdê bişikînin."
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku li welat karesateke siyasî tê jiyîn û bi lêv kir ku wê li dijî polîtîkayên tên bi rê ve birin, têbikoşin.