Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
- polîtîka
- 14:39 28/9/2021
Şandeya HDP’ê serdana Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî kir û li gel wî civiya. Hat zanîn ku di civînê de girîngiya yekîtya neteweyî ya kurdan jî hatiye axaftin.
Şandeya HDP’ê serdana Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî kir û li gel wî civiya. Hat zanîn ku di civînê de girîngiya yekîtya neteweyî ya kurdan jî hatiye axaftin.
Berdevkê DEVA'yê Îdrîs Şahîn, têkildarî deklerasyona HDP'ê diyar kir ku muzakere û hevdîtin girîng in. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Mûharrem Erkek jî ev tişt got: "Muxatabê me partiyên siyasî û kesên hilbijartî yên li meclisê ne."
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier anî ziman ku Kiliçdaroglu bi daxuyaniyên xwe dengên kurdan armanc dike û got: “Muxatabê kurdan zelal e û mijara sereke ew e ku di xala çareseriyê de projeyekê pêşkêş bikin.”
Şandeyek HDP’ê bi serokatiya Meral Daniş Beştaş û Mahmut Togrul li Başûrê Kurdistanê ye. Şande bi Tevgera Goran û Qubat Talebanî re dicive.
HDP bi beşdariya endam, rêveberên û pekhateyên xwe “Deklarasyona Banga Edalet, Aştî û Demokrasiyê” eşkere kir. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku HDP ji bo têkoşîn û rêveberiyek hevpar amade ye.
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, diyar kir ku çareseriya Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê pêkan e û got ku di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne.
Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik, ji CHP’ê ya ku dibêje ew ê pirsgirêka Kurd çareser bike re got: “Gotinên xweş têrê nake, em gavên şênber dixwazin.” Sakik, nîqaşên mûxataptiyê jî, weke hewldana pêşê lêgirtinê nirxand û wiha bilêv kir: “Hemû cîhan dizane ku muxatab kî ye.”
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû û wê encamnameya wê di rojên pêş de were eşkerekirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku rêya demokrasiyê di muzakere û diyalogê re derbas dibe û got: “Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Bêyî HDP'ê ne pêkane ku demokrasî, aştî, wekhevî û azadî were vî welatî.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê di konferansa HDP’ê de axivî, wiha got: “Mûxatap gelê me ye û aktorên têkoşîna gelê me bi rêve dibin e. Em bi vî awayî, xala xwe datînin.”
Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê, bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Mîthat Sancar dest pê kir.
Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, têkildarî bersiva Tirkiyeyê ya Komîteya Wezîran a PE’yê ya “Li Îmraliyê binpêkirin nînin” ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclîsê kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku di warê mûxatabtiya çareseriya pirsgirêka Kurd de, helwesta gel diyare û got: “Gelê Kurd di Newrozê de, bi awayeke aşkere mûxatabê xwe îlan kir. Mûxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd Birêz Abdûllah Ocalan e.”
Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan, derbarê nîqaşên ku li ser Pirsgirêka Kurd tên kirin de ev tişt got: "Heke li deverên ku zarokê lê dilîzin panzêr bigerin, li bajarên ku welatiyên me yên kurd piranî lê dijî qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin û li welatê me he jî mafê zimanê zikmakî bê nîqaşkirin wê deme meseleyeke heye."
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî mijara muxatabiya pirsgirêka kurd wiha got: ''Meseleya kurd pirhêlî ye û li ser mijara çareseriyê nabe ku mirov rola Rêzdar Abdullah Ocalan ji nedîtî ve were.''