HDP beriya kongreya xwe li Amedê konferans li dar dixe
- polîtîka
- 11:56 18/12/2019
Beriya 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê li Amedê dê konferansa du roj bidome were lidarxistin.
Beriya 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê li Amedê dê konferansa du roj bidome were lidarxistin.
Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, diyar kir ku belgeya siyasetê ya MGK’ê li ser "Dijminantiya Kurd" hatiye avakirin û li dijî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de parve kiribû hatiye amadekirin.
Wezîrê AKP'ê yê berê Ertugrul Gunay, bal kişand ser perçebûna nava AKP'ê û avakirina partiyên nû û wiha got: "Divê aqil û zimanê siyaseta li Tirkiyeyê bê guhertin. Tayînkirina qeyûman jî polîtîkaya têkbirinê ye.
Wezîrê Karên Derve Mevmût Çavûşoglû, li ser pirsa dê leşker bişînin Lîbyayê ya neşînin ev bersiv da: "Ji wan daxwazeke wiha bê, jixwe brêz Serokkomarê me gotibû ku dê vê yeke binirxîne"
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê kongreya xwe pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di kongreyê de diyar kir ku wan Cizîr û kesên di jêrzemînên Cizîrê de bi saxî hatin şewitandin ji bîr nekirine û ji bîr nakin û wiha got: "Wekî ku tiştek pêk nehatibe diaxivin. Wekî ku qet paşeroj tune be di axivin. Em dizanin hûn tev li wir bûn. Ji ber vê yekê hûn dê hemû bên darizandin.
Parlamentera HDP'ê Dersîm Dag, qedexeya li Sûrê ya 4 sal in didome û jêkirina kevirên 'meqyaja bi bazalt' bir rojeva Meclisê.
Serok û sazumankarê Partiya Gelecek û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, di danasîna partiya xwe de axivî got: "Em nehatine li ser duh bigirîn. Em hatin bi hevre pêşerojekê ava bikin." Davutoglu ku têkildarî pirsgirêka Kurd tu tişt ne axivî, got: “Têkoşîna bi terorê re mecbûrî ye."
Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglû bi rêya telefonê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku li navçeya Dutaxê ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû hovîtî pêk hatiye û got: “Heke Wezîrê Karê Navxweyî karên dijqanûnî û sûc nake, wê demê çima destûr nade ku şandeya parlamenterên me biçe gund ziyaret bike?”
Wezîrê Karên Navxweyî di daxuyaniyeke xwe de gotibû, "em li çiyayan name û broşuran belav dikin". Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, ji bo vê daxuyaniyê got, ev rê û rêbaz di salên 90'î de jî hatibûn ceribandin lê belê kêr nehatibûn.
Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglu ji bo damezrandina partiya ku ew bûye pêşengê wê serî li Wezareta Karê Navxweyî da.
Pisporê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Prof. Henrî Barkey, destnîşan kir ku her çi qas welatên cîhanê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê nedin Tirkiyeyê jî, lê belê ji nedîtî ve tên û got, wê bi çêkirina "herêma ewle" li wir "aramî" pêk neyê.
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, ji bo lêkolînkirina angaşta îşkenceyê ya li gundiyên ku duh li Amedê hatibûn binçavkirin, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê da.
Hevserokên DBP'ê yên nû Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, têkildarî xebatên DBP'ê yên pêş û geşedanên di rojevê de axivîn. Hevserokan anîn ziman ku dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşxistina îtîfaqên Kurdistanî bixebitin.
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay da zanîn ku Tirkiyê li Til Rifatê ku 8 jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest da “sûcê şer” kiriye û got: “Ji Roboskî heta Til Rifatê tiştek tenê guheriye ew jî hejmara darbestan e. Tişta neguheriye jî dijminahiya kurdan e.”