Olûç: Hemin hûn ji îradeya gel natirsin, gav biavêjin
- polîtîka
- 14:45 25/11/2019
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruha Olûç bersiva îktîdarê ya da banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê rexne kir û got: “Hemin hûn ji îradeya gel natrisin, lê gav biavêjin.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruha Olûç bersiva îktîdarê ya da banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê rexne kir û got: “Hemin hûn ji îradeya gel natrisin, lê gav biavêjin.”
Cîgirê Hevserokê Giştiyê yê HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy, diyar kir ku li qada navneteweyî piştgiriyeke tu demê çênebûye ji bo kurdan çêbûye û dê bandora vê yekê çêbibe.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllarî, tifaqa AKP û MHP’ê şiband Partiya Îttîhat û Terakkî ya di sala 1915’an de fermana komkujiya Ermenî û Suryaniyan da û got: “AKP û MHP polîtîkayên wê serdemê, îro li dijî kurdan bi rêve dibin.”
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Abdullah Levent Tuzel da zanîn ku bi “siyaseta şer” bersiv ji daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê kurd re tê dayîn û got: “Daxwazên mafdar ên kurdan ku siberoja xwe diyar bikin hene.”
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku partiya wan amadekariyên xwe yên ji bo Kongreya Asayî ya 5'an temam kirine û got: "Em li benda gelê xwe û dostên xwe ne."
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, diyar kir ku îQtîdara AKP-MHP'ê ketiye rewşa kamaran û rewatiya xwe winda kiriye û wiha got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl tên qetilkirin. Ewlehiya gelê herêmê û gelê Kurd tune ye. Di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 478 sivîl hatin kuştin. 300 hezar mirov ji cihê xwe koç kirin. Hikûmet peymana Rusya û DYA binpê dike."
Serokê Giştî yê SYKP'ê Canan Yuce, banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê weke banga bihevrebûna hemû hêzên demokrasiyê nirxand. Cigîra Seroka Giştî ya Partiya Kedê Şukran Dogan jî destnîşan kir ku çareserî têkoşîna bi hev re ye.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 9 wekîlên HDP’ê de 45 fezleke hatin amadekirin û şandin Meclîsê.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê bi erênî nirxand û ev tişt got: "Em banga hilbijartina pêşwaxt nakin lê heke bînin em ê bibêjin 'erê'."
Ronakbir û nivîskaran piştgirî da deklerasyona HDP'ê ku têkildarî helwesta xwe ya li dijî qeyûman aşkera kir û CHP'ê jî hişyar kirin. Akademîsyen Baskin Oran, diyar kir ku heke li HDP'ê xwedî neyê derketin dê holê muxalefet nemîne.
Wê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kurd, ji bo "Yekîtiya Neteweyî" biçin Kurdistana Federe. Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, got: "Her kes ji bo yekîtiya neteweyî dibêje, 'belê û şert e.' Lê belê ji bo ev yek veguhere organîzasyonekê, pêdiviya me bi demê heye."
Nivîskar û Rojnameger Oya Baydar di civîna HDP'ê ya li dijî tayînkirina qeyûman û nexşerêyê de axivî û xwest ku HDP kozikên xwe terk neke. Baydar wiha got: "Ez difikirim ku HDP qadê terk neke. Siyasetmedar Nesrîn Nas jî got: "Ji bo hevîbûnê, daketina qadan rîsk pêwist e."
HDP’ê deklarasyona xwe ya helwestê ya li dijî qeyûman aşkera kir. Di deklarasyonê de HDP’ê destnîşan kir ku dê bi tu awayî dev ji destkeftiyên xwe yên ku di encama bedelên giran de hatine bidestxistin bernedin. HDP’ê banga hilbijartin pêşwext li îqtîdarê kir û ji partiyên muxalefetê jî xwest li dora vê daxwazê kom bibin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a helwesta xwe ya li dijî tayînkirina qeyûman aşkere dike, wiha got: “Emanet û vîna gel rûmeta me ye, em ê teslîm nekin.” Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî, diyar kir ku ew ê vê rewşê rawestîn in û got: “Di 31’ê Adarê de me nîşanî tevahiya Tirkiyeyê da ku em ê bidin rawestandin.”
Rêxistina HDP’ê bi armanca nexşeya pêşerojê niqaş bike li hev kom bûn. Di civînê de Dayika Aştiyê Raîfe Ozbay bersîv da pêşniyara "Sîne-î Milet" û got: "Divê şêr cihê xwe ji rojiyan re bernedin."