Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma Meclîsê de bang li hemû gelê Tirkiye kir ku di bin baneya HDP'ê û îtîfaqa Demokrasiyê de kom bibin û guh bidin peyama Îmraliyê û wiha got: "
Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasî, edalet û aştiyê diparêzin, divê bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ger ku tecrîd rabe wê aştî, demokrasî û aramî pêş bikeve. Yên Tirkiye bi reve dibin bi şopa hilberîna SÎHA ketine. Ger ku li welatekî şer hebe li wir xizanî û sefaletî heye. Ger ku li welatekî aştî hebe, li wir aramî û şahî heye. Heta ku aştî û demokrakî pêş nekeve aramî û demokrasî pêş nakeve. Heta niha HDP'ê Tirkiye bi ser xist wê ji niha û şûnde jî bi ser bixe. Em dibêjin wê her tişt muhteşem be."