Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
- polîtîka
- 11:05 12/10/2023
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan diyar kir ku di Doza Kobanê de hewldan heye ku destkeftiyên gelê kurd û jinan bên darizandin.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan diyar kir ku di Doza Kobanê de hewldan heye ku destkeftiyên gelê kurd û jinan bên darizandin.
Siyasetmedarê HDP'yî Tayyîp Temel têkildarî kongreya Partiya Çepên Kesk a ku dê 15’ê cotmehê were kirin axivî û anî ziman ew di pêvajoyek ku desthilatdarî hemû hêviyan ji holê radike de li ser pêya ne û got: "Em ê bi kongreya xwe destpêkekî nû bikin."
Akademîsyenê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku PDK’ê pêşeroja xwe radestî Tirkiyeyê kiriye û wiha got: “Tirkiyeyê bi baregehên xwe yên leşkerî, bi hêza xwe ya aborî û ji hêla çandî û perwerdeyî ve Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye.”
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk bi rojevên kongre û pêvajoya siyasî li Enqereyê civiya.
Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne. Di kongreyê de dê navê partiyê were guherandin û hat zanîn ku amadekariyên nivîsandina rêziknameyê û şêweyê birêvebirinê bi dawî bûne.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de axivî diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin bi helwesta xwe, Komploya 9’ê Cotmehê pûç kiriye.
Partiya Çepên Kesk diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rejîma tecrîda girankirî bênavbeer didome û wiha got: “Birêz Ocalan, aktorê herî girîng ê demokrasî û aştiyeke birûmet e.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelan bûye hêvî û wiha got: “Divê ne tenê deriyên Îmraliyê bên vekirin, her wiha divê azadiya fîzîkî jî pêk bê.”
Hevseroka Rêxistina HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku sivîlan hedef digire weke “şer” penase kir û got: “Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ku polîtîkaya xwe ya tecrîdê ya li Îmraliyê didomîne, her der veguherandiye qada şer û wiha got: “Tenê bi şer temenê xwe dirêj dikin. Tu kesê bi şer qezenc nekir û dê qezenc nekin jî.”
Partiya Çepên Kesk bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê da û destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyeyê li ser herêmê sûcê şer dike û ew ê van êrişên li ser kurdan qebûl nekin.
Tezekereya ku ji bo 2 sal dirêjkirina şandina leşkeran a li Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku ew destûreke bingehîn a azadîxwaz, wekhevîparêz û ekolojîk dixwazin û wiha got: “Heke qala Destûra Bingehîn a nû were kirin, divê ji ewil rê were paqijkirin.”
Nûnerên Partîzan û SMF'ê diyar kirin ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê wekî amûreke êrişê ya giran ku hemû dînamîkên civakî dorpêç kiriye tê bikaranîn û gotin ku êrişeke bi vî rengî jî tenê dê bi xeteke têkoşînê ya ku dînamîkên civakî hemû parçeyeke wê ne bê berterefkirin.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di 3’yemîn salvegera tayînkirina qeyûm a Şaredariya Qersê de, li Meclise axivî û anî ziman ku gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide polîtîkayên qeyûman.