Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
- polîtîka
- 09:06 24/4/2023
Bedlîsiyan diyar kir ku ew ê bi Partiya Çepên Kesk re 3 parlementeran bişînin meclisê û got: "Dengan bidizin jî, dê nikaribin tiştekî bikin."
Bedlîsiyan diyar kir ku ew ê bi Partiya Çepên Kesk re 3 parlementeran bişînin meclisê û got: "Dengan bidizin jî, dê nikaribin tiştekî bikin."
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedîrhan Osal diyar kir ku gel di vê hilbijartinê de ji bo parastina sindoqên xwe hesasiyeteke cidî nîşan dide û got: "Em ê bi gelê xwe re serbikevin."
Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebata hilbijartinê berdewam kir. Li navçeya Menemena Îzmîrê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mitîngê û meşek girseyî hat lidarxistin.
Partiya Çepên Kesk dê sibê li Colemêrgê mitînga hilbijartinê li dar bixe. Rêveberên partiyê anîn ziman ku gel bi dagirtina qada mitîngê dê ji niha ve bersiva hilbijartinên 14’ê Gulanê bide.
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez xwest ku her kes biçe ser sindoqan û wiha got: “Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin.”
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Ferhat Kabaîş, diyar kir ku wê li dijî pirsgirêkên bajêr ên weke aborî û bengîtiya tiryakê ya ciwanan têbikoşin û wiha got: “Em ê nehêlin ku Edeneyê bikin navenda çopê Ewropayê.”
Partiya Çepên Kesk a li Bûrsa û Tekîrdagê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, bi gel re civiya.
Partiya Çepên Kesk bi boneya Cejna Remezanê bi gel re bernameyên pîrozkirinê li dar xist û li hêla din jî partiyên muxalîf hatin serdana Partiya Çepên Kesk.
Partiyên Tifaqa Milet bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana HDP’ê.
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Zohre Tedîk diyar kir ku ji hesabê ji faîlên lawê xwe yê di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bipirse wê li Meclisê be û wiha got: “Li dijî kesên welat ber bi tarîtiyê ve birin divê weke karker, jin, kedkar zêdetir bixebitin.”
Yek ji namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Îlknûr Bîrol a ji kevneşopiya têkoşîna kedê tê, diyar kir ku ew li herêma 3’yemîn a ku AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de piştgiriyeke xurt wergirtiye bi biryar in û got: “Hilbijêr di nava lêgerîna xelasiyê de ne.”
Keça siyasetmedarê kurd Orhan Dogan rojnameger Ayşegul Dogan bû namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê û ala têkoşînê ya bavê xwe girt. Dogan wiha got: "Hêvîdar im ku ez bikaribim layiqî têkoşîna wî bibim, ez bikaribim wî biparêzim."
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku di serî de pirsgirêka kurd ew dê ji bo çareseriya pirsgirêka jin, ciwan, zarok, karker û kedkaran bixebitin û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di hevdîtina bi gel re ya li Samandagê axivî û got ku navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Em ê hem îktîdarê têk bibin û hem jî pergalê biguherînin.”
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak, ji ber zextên dewletê tevî malbata xwe neçar mabû ku ji bajarê xwe koç bike. Parlak ku niha li bajarê xwe bûye namzet, wiha got: “Em ê berxwedana vî gelî di 14’ê Gulanê de veguherînin cejnê.”