ÎZMÎR - Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîr û Manîsayê de 13 xwendekar hatin binçavkirin.
Di serê sibehê de polîsan li Îzmîr û Manîsayê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 13 xwendekar hatin binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê, xwendekar birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ya li Çankayayê.
Navên xwendekarên hatine binçavkirin wiha ne: “Emîne Ekîn, Baran Tînk, Dîlan Karakoç, Ayhan Bakir, Mûrat Tûfan, Îslam Çelîk, Bariş Kirmizitaş, Taha Cîhan, Mûrat Boztaş, Firat Sak, Nazlican Yildiz, Firat Dîkmen û Hanim Acar.”