WAN – Tevgera Ciwanên Welatparêz li Taxa XAçortê bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî şermezar kir.
Tevgera Ciwanên Welatparêz li Taxa Xaçortê ya Wanê êrişên bi çekên kîmyewî yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe yên li hemberî Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çalakiyekê şermezar kirin. PIştî ku polîs hatin cihê bûyerê Tevgera Ciwanên Welatparêz û polîs bi hev ketin.
Piştî demekê wesayîtên zirxî mecbûr man ji qadê dûr bikevin. Hat diyarkirin ku helîkopter li ser taxê digerin.