• img

    Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’

    Di nava salê de ji ber krîza aborî ya di dema Covîd-19’ê de, 2 hezar û 417 bijîşk çûn derveyî welat, peydakirina 650 dermanan pir zehmet bû û herî kêm 398 bûyerên tundiyê pêk hatin. Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten wiha got: “Ji bo civakeke bitendurist divê derbasî pergaleke nû bibin.”

  • img

    Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû

    Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 21 sal in di tecrîda giran de dijî. Tecrîda 21 sal in li Îmraliyê didome, li hemû Tirkiyeyê belav bû. Li aliyê din ji bo tecrîd bi dawî bibe li gelek welatên ewropa û cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê 31 roj in di greva birçîbûnê de ne.

  • img

    Di 2020'an de mirov ji hêlîkopterê avêtin û tecawizkar serbest berdan

    Li Tirkiyeyê di sala 2020'an de di qada darazê de ceza, lêpirsîn, îşkence, tecrîd û lêgerîna tazî kêm nebû. Mirov ji helîkoptêrê avêtin, wekîl hatin girtin û siyasetmedar hatin cezakirin. Dadgehên Tirkiyeyê li ser fermana Erdogan biryara DMME nas nekir. Polîs û eskerên tecawiz kirin serbest hatin berdan.

  • img

    2020 bû sala girtina siyasetmedarên Kurd

    Di sala 2020'an de li aliyekî operasyonên siyasî bê navber berdewam kir, siyasetmedarên kurd hatin girtin û ceza li wan hat birîn. Li aliye din, rêxistinên Kurdan û rêxistinên jinan kampanyayên siyaseta demokratîk pêş xistin û qad vala nehiştin. Destnedayîna wekîlên Kurd Leyla Guven û Musa Farisogullari rakirin. Ewil Musa Farisogullari girtin, piştre ceza li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven birîn û girtin. Dîsa Tecrîda li zindanan demam kir û li dijî vê tecrîdê girtiyên siyasî li zindanan dest bi berxwedanê kir û çalakiya wan didome.

LÊGERÎN