Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin
- aborî-ked
- 09:15 29/6/2020
Jinên ji şeveqê heya êvarî bi 80 lîreyî li nav erdan dişixulin, anîn ziman ku tu sîgorte temînateke wan jî tuneye.
Jinên ji şeveqê heya êvarî bi 80 lîreyî li nav erdan dişixulin, anîn ziman ku tu sîgorte temînateke wan jî tuneye.
Cotkarên li Menderesê çandiniyê dikin, diyar kirin ku ew necar mane ku xiyarin çandine bi 20 qurişan bifiroşin û gotin: “Êdî tu qîmeta xiyarên me nemaye.”
Karkeran, diyar kirin ku ger tezmînata qidem ji wan bê girtin, wê tu ferqa wan ji koleyên 200 salî berê nemîne û gotin: “Ji bo tazminata qidem greva giştî hinceta me ye û em banga li sendîkayan dikin ku li ser sozên xwe rawestin.”
'Şaredarê tayinkirî' Huseyîn Beyoglû gava Şaredariya Rezanê dewr girtibû di qaseya şaredariyê de 150 milyon TL hebû û tu deynên şaredariyê tunebûn. Lê belê derket holê ku Beyoglû, berî ku 6 mehên ewil ên budçeya salê temam bibin budçeya 192 milyon TL'yî qedandiye û her wiha 90 milyon TL deyn jî xistiye stuyê şaredariyê. Yanî Beyoglû di nîv salê bi giştî 432 milyon TL xerc kiriye.
303 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vegerin ser karê xwe 3 caran ketibûn mulaqatê, lê belê her sê caran jî ji wan re gotibûn "hûn bi ser neketine." Piştî vê karkeran cara çaran serî li darazê da.
Li gundê Meleqeremê yê Giyadînê Casim Bakir li seraya ku bi enerjiya jeotermalê tê germkirin tam 6 mehan firingî, xiyar, tirp û marolan diçîne.
Esnafên pasajan ên Bazîdê, ji ber zêdebûna bacên deriyên sînoran û kotaya hatiye danîn êdî nikarin kar bikin. Li pasaja ku 250 esnaf lê hene tenê 10 esnaf tenê dikanên xwe cedikin.
50 karkerên li Cadde 54 AVM'yê dişixulîn bi hinceta "amûr nemane" şandin malê. Piştî vê ji van karkerkeran hin jê dest bi çalakiyekê kirin. Ji van karkeran yek jê Abdûrrahman Hezer e. Hezer, ji bo heqê xwe bistîne 139 roj in têdikoşe û 6 meh in nikare heqê kirêya xwe û fatûreyên xwe bide.
DÎSK-AR’ê di rapora weşand de, diyar kir ku pêvajoya şewbê herî zêde bandorê li jinan kiriye û dest nîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji sedî 45 jin bê kar man.
Karker Bedirhan Aslan ê di înşaeta Metro de kar dikir ji ber şertên zor ên kar anî ziman ji har hat avêtin û 3 mehin betal e.
Piştî ku bankeyên dewletê daxuyandin ku wê ji bo xaniyan krediyê bidin, li Amedê fiyetê xaniyan 100-150 hezar TL biha bû. Avahîsaz Arîf Îpek, anî ziman ku xwediyê xaniyan kêmbûna faîzê ji xwe re kirine firsend.
130 karkerên madenê yên ku bi peyamê dawî li karên wan hat anîn, dest bi çalakiyê kirin. Karkerên ku 2 rojan navber dan çalakiyên xwe, xwestin mafê wan bê dayîn.
Zozana Korhanê ku serê Çiyayê Agiriyê û seranserê Deşta Îdirê jê dixuyê, ji biharê heya payizê malovaniya bi sedan zozanvanan dike.
Li Dersimê komek ciwan dev ji jiyana li bajaran berdan û li gund bi awayekî piştevaniyî dest bi çandiniyê kirin.
Alî Dogan ku 21 sal in di tersaneyên Tûzlayê de dişixule îşaret bi gotina îqtidarê kir ku gotibû "Em di heman keştiyê de ne" û ji bo kedxwariya li tersaneyan got: "Em di heman keştiyê de ne lê em di tanqên balastê de ne, ew jî li koşka kapîtan."