Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
- aborî-ked
- 09:03 27/9/2020
Kooperatîfa Êzingvan û Komirvanan a Wanê ku heya pênc sal berê jî 61 endamên wê hebûn, niha tenê 27 endamên wê mane. Serokê kooperatîfê Hasan Seyhan, anî ziman ku her diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe û der barê pêşerojê de tu hêviyek wan nemaye.