'Mêrgên xwe didin îmarê, li derve kirê dikin’
- aborî-ked
- 09:39 27/10/2017
Li Tirkiyeyê di salên dawî de îthalata goştê sor, sewalan û kayê zêde bû. Hikûmetê qîma xwe bi vê yekê neanî, mêrgan xwe ji bo îmarê vekir. Lê vê carê jî li derveyî welat dest bi kirêkirina mêrgan kir. Serokê Şaxa ZMO ya Îzmîrê Ferdan Çîftçî dest nîşan kir ku, li derveyî welat kirêkirina mêrgan tu çareyê bi xwe re nayîne.
