Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
- analîz
- 11:21 03/6/2021
Hat zanîn ku Sefîrê Tirkiyeyê Hakan Karaçay têkildarî birrîna daran, şewata erd û valakirina gundan a di operasyonên li Metîna, Zap û Avaşînê de, Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmîn Hawramî agahdar kiriye û jê re wiha gotiye: “Ew erdên ku em lê ne me kirîne. Erdên ku me kirîne em rê çê dikin û daran dibirin.”
