• img

    DYA û MSD 'Ewlehiya Herêmê' axivîn'

    Hat diyar kirin ku 'Herêmên Ewlehiyê' yên Bakur û Rojhilatên Sûriye ku Tirkiye gotibû 'Wê di kontrola me de bin' ji aliyê DYA û MSD’ê ve hatiye diyarkirin. Ji bo Mutabakata Edeneyê jî tê niqaşkirin ku Rojavayê Firatê dê ji Rejîma Sûriye re bê hiştin.

  • img

    Wê di 1'ê Nîsanê de careke din rastiya polîtîkaya HDP'ê derkeve holê

    Piştî HDP'ê di 7'ê Hezîrana 2015'an de biryar girt û wekî partî tev li hilbijartina bû, bûye tirsa hêzên antîdemokratîk. Ji bo vê hilbijartina herêmî jî her çend stratejiya "Li Kurdistanê bi ser bikeve, li rojavayê welat bi wan bide windakirin" bê nîqaşkirin jî, lê belê wê serketina HDP'ê û rastiya wê ya polîtîk di 1'ê Nîsanê de bi awayekî zelal bê fêmkirin.

  • img

    MA li Minbicê ye: El Ekrad û rejîm bi hev re sînorên Minbicê diparêz e

    Nûçegihanê ajansam me Nazim Daştan çû Bajarokê Arîma ya girêdayî Babê. Arîma bûye mijara daxuyaniyên YPG, Artêşa Rejîmê, Tirkiyeyê, Rûsya, DYA û hêzên koalîsyonê. Li bajarok Cephet El Ekrad, Rûsya û hêzên Rejîmê hene. Ewlehiya sînorê bajarok jî hêzên herêmî diparêzên.

  • img

    Gelên Sûrî di lêgerîna azadiyê de netewe jî di lêgerina parkirinê de ne

    Serokê DYA Trump piştî biryara "Vekişina eskeran" ya ji Sûriye da niqaşên li ser herêmê zêde bûn. Hêz û dewletên serdest piştî vê biryarê ketin nava lêgerîna ku çawa perçe bikin û parve bikin. Gelên Bakur û Rojhilatên Sûriye jî ketin nava legerîna 'Jiyana Azad".

  • img

    Hêzên Navdewletî dixwazin krîzê li gorî xwe bi rêve bibin
    Tirkiye jî armanc dike li diî Idlibê kurdan bê statu bihêlin

  • img

    Belgefîlma Bîr: Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin

    Dema mirov dibêje bîr, du tişt tên bîra mirovan. Yek bîra avê û yek jî bîr ango hişê mirovan. Rast e ev bîr her du ne jî. Belgefîlma “Bîr” a ku qala çîroka 7 windayên li Kerborana Mêrdînê û berxwedana malbatên windayan dike cara ewil e li Tirkiyeyê hat pêşandan. “Bîr” serpêhatiya windayan bi zelalî dibêje. Malbatên ji bo dîtina cenazeyên xwe têdikoşin wiha dibêjin: “Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin.”

  • img

    Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê

    Pergala Modernîteya Kapîtalîst di heft salên dawî de ket navA şerekî kûr da ku xwe ji nûve ava bike û dizayn bike. Tê zanîn ku navenda vê Rojhilata Navîn e. Lê ne tenê li Rojhilata Navîn tevahî pergala Modernîteya Kapîtalîst di pêvajoyeke xwe nûkirinê re derbas dibe. Navendek din a li kêleka Rojhilata Navîn di guhertinên mezin de derbas dibe Rojhilatê Asya ye. Yanî Çîn, Kore û Hîndîstan e.

  • img

    Ji peymana Idlibê re 48 saet man
    200 fermandarên li dijî peymanê derketin hatin kuştin

    Tirkiye heta 15'ê cotmehê dem da komên çekdar ku ji Idlibê vekişin. Ji dema hat diyar kirin re 48 saetên dawî man. Tê diyar kirin ku 200 kesên asta jor ên vekişandina ji Idlîbe red kirin hatin kuştin. Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan jî piştî planên wan pêk nehatin ji bo rojevê biguhere Minbicê dike rojev.

  • img

    Li pişt perdeya Zîrveya Tahranê operasyona Koye, Qendîl û Qamişlo derket

    Serokomarên Tirkiye, Rûsya û Îran diyar kirin ku ji bo pirsgirêka Idlibê çareser bikin li Tahranê kom bûne, lê hat diyar kirin ku di hevdîtinan de ji Idlibê wêdetir kurdên li Îran, Tirkiye û Iraqê avivîne. Balkêş e piştî civîna 3 aliyan Îranê li Koyê, Tirkiye li Qandîlê û Sûriye jî li Qamîşlo xist.

  • img

    Li Idlibê her kes ketine pey berjewendiyên xwe

    Li Idlibê ya dengê şer lê bilind dibe, her kes ketine pey hesap û berjewendiyên xwe û hespê xwe ji bo xwe dibezînin. DYA, Fransa, Almanya, Rûsya, Tirkiye, Îran ku berjewendiyên xwe diparêzin, QSD û Rejîm ji bo paqijkirina Idlib û Efrînê bazariyê dikin.

  • img

    Pêla Siyaseteke nû ya ‘Erebkirina’ Kurdistanê

    Li Bexda û herêma başurê Kurdistanê ji ber şerê kursiya desthiladariyê pirsgirêkên civakê tên piştguhkirin. Ji ber ku ligel hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî gel çareseriyê di koçberiya welatên derve de dibîne. Hêzên desthiladar ku vê yekê weke firsend dibînin bi taybetî di heremên ku kurd lê pirin û koçber dibin, dest bi polîtîkaya “Kembera Ereb” a di dema Partiya BAAS a Seddam Huseyîn de dihat meşandin hat kirin.

  • img

    Li Idlibê ‘Destê kê di berîka kê de ye?’

    Di mijara Idlibê de ku di demên dawî de welatekî weke Çînê ku heta niha di mijara Sûriyê de navê wê derbas nedibû, ew jî bi daxuyaniyekê xwest tevlî bibe. Nîqaş, alozî, nakokî û pêvçûn her diçe geş dibin û ewqas jî tevlîhev dibin. Ev rewş jî bi xwe re nirxandina “Li Idlibê destê kî di berîka kê de ye” derdikeve pêş. Bi daxuyaniya balyozê Çînî ku daxwaza tevlîbûna operasyona Idlibê dike, ji bo vê jî şîroveyên wiha tên kirin: "Jixwe tu kêm bûyî."

  • img

    Tirkiye ji daxuyaniya Trump dê bi bandor bibe

    Heke daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ‘Welatê bi Îranê re bazirganiyê bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike’ pêk were dê Tirkiye jê bi bandor bibe. Di navbera Tirkiye û Îranê de bi qasî 11 milyon dolarî bazirganî tê kirin û Îran di mijara gaza sirûştê de diyarker e.

  • img

    Serdema nû û kodên kabîneyê!

    Piştî Serokomarî derbasî pergala nû ya hikûmetê bû, kabîneya serdema nû û kesên di kabîneyê de cih digirin bi merasimekê diyar bû. Hem di axaftinên di merasimê de û hem jî bi navê kesên di kabîneyê de cih digirin peyamên girîng didin. Ev nav nîşan didin ku Erdogan ji bo pergala xwe temam bike, karê xwe bêtir hişk bigire dest.

  • img

    Gelê Amedê peyamek çawa da?

    Li Amedê bi sed hezaran kes herikî mitînga HDP’ê ya li Qada Stasyonê û bêdengiya xwe xera kir. Gel hêrs û helwesta xwe ya li dijî polîtîkaya şer a 3 salan danî holê û bersiv da gotinên “Pirgirêka kurd tune ye” ya Erdogan.

LÊGERÎN