Rênas Jiyan: Heta civak azad nebe wêje û ziman jî azad nabe
- çand û huner
- 17:06 12/1/2019
Rênas Jiyan li Êlihê bi xwîneran re li ser wêje û zimanê kurdî gotûbêj kir. Jiyan di gotûbêja xwe de bal kişand ser hesasiyeta civakê ya ji bo wêje û ziman û got: “Ez wek kurdek dixwazim ez û civaka me ya Kurdistanê azad bibe. Bila her tim azadî para civaka me be. Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be.”