Di sala nû de kovareke nû: Komun
- çand û huner
- 09:10 30/12/2018
Kovara Komunê bi hejmara xwe ya ewil di sala nû de bigihê ber destê xwînerên xwe.
Kovara Komunê bi hejmara xwe ya ewil di sala nû de bigihê ber destê xwînerên xwe.
Wê Şanoya Bajêr a Amedê, di sala nû de dest bi dayîna dersên şanoyê bike. Her wiha wê ji bo zarokan jî dersên dramayê bide.
Ji dengbêjên Botanê Henîfa Şirnexî, Kurdê, Cemalê Mihê û Evdilayê Goyî ku ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê çûn Stenbolê, deketin Kolana Îstîklalê û bi awazên stranên kurdî kolan şên kirin.
Wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge diyar kir ku gelek xebatên wî yên şêwekarî û edebiyatê berhev bûne û ew li benda wê rojê ye wêneyan derxe pêşberî temaşevanan û pirtûkhez jî pirtûkên wî bixwînin. Bîlge got ew xwe bi civaka xwe xwedî dike û bi wêne û edebiyatê re dilê xwe rehet dike û her tim bi kurmancîbûna xwe aş e. Bîlge got ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike.
Derhêner Kazim Oz, diyar kir ku her çend kêmasiyên sînemaya kurdî hebin jî, dîsa bi pêş dikeve. Oz, got wê azadiya gel sînemaya kurd jî azad bike.
"Gaxend" ku ji aliyê hin gelên Mezopotamyayê ve tê pîrozkirin û tê wateya verêkirina sala berê û pêşwazîkirina sala nû, ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye. Di dema Gaxendê de jin tên cem hevdu û bi awayekî komunal tev digerin.
Li Heskîfê tevî biryara Şûreya Dewletê jî Mizgefta Eyyûbî ya 630 salî ji cihê wê hat rakirin û birin cihê nû.
Hunermend Aslı Aydemîr pêşengeha “Social Media Effect” ku balê dikişîne ser kuştina jinan vekir. Aydemîr, anî ziman ku wê bi vê hunera xwe û berheman xwest balê bikişîne ser kuştina 300 jinan û wiha got: "Di salên dawî de mijara ku ez herî zêde jê bêzar dibim min girt dest."
Walîtiya Edeneyê bi hêceta “ewlehiya cemaweriyê” konsera hunermendên NÇM’ê qedexe kir.
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), 27'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyek girseyî piroz kir.
Li Stenbolê Chalak Events ji bo Nesrîn Şêrwan şevbihûrka dengbêjan li dar dixe.
Weşanên Wardozê bi navê “Seta Folklora Kovaran” hemû nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nûyê tesnîf û çap kirin. Set jî sê pirtûkan pêk tê. Edîtor û xwediyê Weşanxaneyê Wardozê Bahoz Baran da zanîn ku nivîsên folklorîk ên Hawar, Ronahî û Roja Nûyê rêya wan ronî dikin û bi tesnîfkirinê şewqek li folklora roja îroyîn zêde kirine.
Navenda Çanda Mezopotamya ya li qada çand û hunera kurdî li dijî pişaftinê pêngavek dest pê kir 27 saliya xwe pîroz dike. Hunermendên NÇM’ê dê bi dirûşma “Bi hev re” salvegerê pîroz bikin û hunermandan ji bo beşdariya salvegerê bang li her kesî kir.
Şa Performans ji bo hezkiriyên sînemaya kurdî sê rojan kurtefîlmên derhênerên kurd pêşkêş dike.
Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronakê “Pêşbirka Xwendina” edebiyata kurdî li dar dixe. Serlêdanên pêşbirkê dest pê kirin. Pêşbirk dê di 20’ê kanûnê de dest pê bike. Endamê Însiyatîfê Bîlal Xerzî got armanca wan geşkirina xebatên edebiyat, ziman û dîrokî kurdî ye û dixwazin xwendina kurdî bi pêş ve bibin.