Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
- çand û huner
- 09:11 18/2/2019
21’ê Sibateke din jî nêz bû. Lê hîn jî zimanê bi milyonan kurdî, bi polîtîkayên tekparêz û asîmilasiyoneke hişk tê çewisandin. Bi boneya vê rojê, belkî jî tişta di cî de ev be, helbestkarê “Zimanê Kurdî” û sirûda kurdî Şikoyê Hesen ku bûye şahidê êş û azarên civaka xwe û bi 4 dîwanên qerase kuliyata helbesta kurdî û peyva kurmancî xweşiktir kiriye, careke din bê bibîranîn.