Qolên daran vediguherîne eşyayên xemlê
- çand û huner
- 09:03 26/7/2018
Malbata Çelîk li Şîrînceyê ya Îzmîrê bi qolên daran ên ji ber kesixandinê dimînin debara xwe dike. Malbat li şûna van qolan bişewitîne vediguherînin eşyayên xemlê.
Malbata Çelîk li Şîrînceyê ya Îzmîrê bi qolên daran ên ji ber kesixandinê dimînin debara xwe dike. Malbat li şûna van qolan bişewitîne vediguherînin eşyayên xemlê.
Hejmara Kovara Jîneolojiyê ya 10’emîn derket.
Serokê Komeleya Sînema û Aştiyê Mûtlû Şahîn bal kişand ser tundiyên Rewşa Awarte yên li ser hûnerê û got: “Nivîskar weşanxane, sînemager salon, listîkvan jî rêzefîlm û film nabînin. Çêker ditirsin. Tecrîdeke mezin heye. Hunermendê muxalîf bi birçîbûnê tên terbiyekirin.”
Menaf Osman 53 salî ye û 25 sal e girtî ye. Osmanê ku li Hasekê ji dayik bûye û hê jî girtî ye, li xebatên xwe yên wêjeyî romeneke nû zêde kir. Romana Osman ‘Sînor’ ku bi kurdî hatiye nivîsandin ji aliyê Weşanên Aryenê ve hat weşandin.
Amadekariyên 18’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê didomin. Serokê Komîteya Amadekar a Festîvalê Alî Haydar Ben her kesê xwedî li çand û xwezayê derdikeve vexwend festîvalê.
Pirtûka Kurdî ya bi navê “Hespê Şeytên” a li ser çîrokên jiyana zarokên di pêvajoya şer a salên 90’î de dijiyan hat nivîsandin, li Weşanxaneya Aryen hat weşandin.
Şanoger Orçun Masatçi, bal kişand ser zextên li ser çand û hunerê û diyar kir ku ger huner azad nebe ew civak jî azad nabe û xwest zextên li ser hunerê bi dawî bibin. Masatçi, bang li her kesî kir û xwest li dijî zextên li ser hunerê bi hevre dengê xwe bilind bikin.
Li gundan dema bêjingkirina zad e. Li gundê Sêdeqnê yê girêdayî navçeya Farqînê jinên gund ên ku piştî nok li bênderê li ba xistin û ji kayê derxistin, li dora cêza nokan kom bûne û bêjing dikin.
Hunermendê Kurd Elî Temel ku 24 sal berê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi stran û helbestên nivîsand û tomar kir xwe nemir kir. Her ku strana "Vaye PKK rabû" tê strîn Temel tê hişê mirov. Ev stran 35 sal in li ser zar û zimanê Kurdan e. Temel bi strana "Amed" bi hawar û qerîna dengê zindana Amedê.
Dema mirov dibêje Koma Siya Şevê gotinên stranên wan mirovan dihizirînin. Siya Şevê demek dirêj şûn ve bi berhema “Li Pey Siya Xwe” derket pêşberî muzîkhezan. Solîstê komê Gokçe Selîm diyar kir ku tu demê Rewşa Awarte ji ser muzîka kurdî ranebûye û di dîroka dinyayê de huner-polîtîka, huner-berxwedan çawa li hev hatiye divê ew jî wisa bikin.
Albûma muzîka "As" a Serhat Ertûna derket. Ertûna, destnîşan kir ku dema gotin têr nake, muzîk dikeve dewrê û bi muzîkê ew pêwendiya hestan baş tê danîn û got: "Wisa difikirim ku cîhaneke bê muzîk, dişibe bedenên bê can."
2 hezar û 700 sal in ava Wan ji ava Gola Rûsayê sûdê digire. Qiralê Ûrartûyê yê II. Rûsa li lûtkeya çiyayên Kûh, Qazan û Erekê bi bendan Gola Rûsayê çêkiriye.
Rojnameger Murat Akkuş gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî yên li taziyeya, dawet û qahwexaneyan berhev kir û kir pirtûk.
Hunermend Jan Axîn ê ku bi tarzê rockê ya kurdî û carna bi stranên klasîk ên kurdî distrê diyar kir ku guhdariya muzîkê kir ku muzîkjenî li wî peyda bibe û ew di bin bandora hunermendên kurd ên klasîk de maye û wan hunermendan wek awêneya muzîka kurdî pênase kir. Axîn got ku ew piştî demek dirêj bi berhema xwe ya “Zerîba” li pêşberî hezkiriyên muzîka kurdî ye, lê çanda populîzmê nahêle muzîka kurdî li pêş bikeve.
Wêneyên edîtora JINHA ya bi KHK'ê hat girtin û wênesaz Zehra Dogan ya girtî tê darizandin dê li Fransayê bê pêşandan.