Hunermend Jan Axîn: Çanda populîzmê nahêle muzîka kurdî li pêş bikeve
- çand û huner
- 09:16 28/6/2018
Hunermend Jan Axîn ê ku bi tarzê rockê ya kurdî û carna bi stranên klasîk ên kurdî distrê diyar kir ku guhdariya muzîkê kir ku muzîkjenî li wî peyda bibe û ew di bin bandora hunermendên kurd ên klasîk de maye û wan hunermendan wek awêneya muzîka kurdî pênase kir. Axîn got ku ew piştî demek dirêj bi berhema xwe ya “Zerîba” li pêşberî hezkiriyên muzîka kurdî ye, lê çanda populîzmê nahêle muzîka kurdî li pêş bikeve.