Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?

  • rojane
  • 09:09 18 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Qanûna Înfazê ya ku di pêvajoya şewbê de hat derxistin pêşî li ber şideta mêran vekir û di bûyerên şidetê de qanûna jimare 6284'an pêk nehat. Çendî ku rêxistinên jinan gotin "şidet zêde dibe, tevdîran bigirin" lê belê îqtidar tenê got, "şidet kêm bûye."

Di pêvajoya şewba Covîd-19'ê de li seranserê cîhanê şideta li ser jinê û îstismarkirina zarokan zêde bû. Li Tirkiyeyê jî ji roja ku şewbê dest pê kir, di 11'ê Adarê de, bang li ser bangê hat kirin ku "kes ji malên xwe dernekeve". Lê belê ji ber vê jin ji mecbûrî tevî mêrên ku şidetê li wan dikin di heman malê de man. 
 
RÊXISTINÊN JINAN HIŞYAR KIR 
 
Rêxistinên jinan, ji ber banga "dimaldemayînê" tim û tim şik û gumanên xwe yên der barê zêdebûna şideta navmalê anîn ziman û bang li dewletê kirin ku demildest qanûna jimare 6284'an pêk bîne û xwestin xetên serlêdanê yên şidetê bia wayekî çalak bên şixulandin. 
 
Qanûna jimare 6284'an ku rêxistinên jinan bi israr gotin divê pêk bê, di 30'yê Adarê de ji hêla Desteya Giştî ya Dadger Dozgeran ve hat hilawistin. Ev biryar bi xwe re fikar û gumanên ku dê dadgeh biryar dûrxistina ji malê an jî di dema binpêkirina tevdîran de cezayê hepsa malê nebirin, anî. 
 
DI 20 ROJÊN EWIL DE 21 JIN HATIN KUŞTIN 
 
Fikarên rêxistinên jinan piştî rapora Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) zêdetir bûn. Platformê di rapora xwe ya meha Adarê de aşkere kir ku di Adarê de 29 jin hatine kuştin û ji ên hatine kuştin 21 jê di navbera 11-31'ê Adarê de yanî piştî şewb li Tirkiyeyê belav bûye hatine kuştin. 
 
ŞIDET JI SEDÎ 27 ZÊDE BÛ 
 
Şideta li ser jinê di meha dudoyan a şewbê de jî nesekinî. Li gor lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadî ya Sosyo Polîtîkê ku di navbera 3-8'ê Nîsanê de li 28 bajaran kiribû, di pêvajoya pandemiyê de şideta li ser jinê ji sedî 27.8 zêde bûye. 
 
Lê belê Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê Zehra Zumrut Selçîk jî di 8'ê Nîsanê de daxuyaniyek dabû û gotibû, di 3 mehên ewil ên salê de li gor berê cinayetên jina ji sedî 22 kêm bûne. 
 
BI QANÛNA ÎNFAZÊ RE KIRYARÊN ŞIDETÊ ŞANDIN MAL 
 
Di serdemeke wiha de ku çûyîna malên jinan pir zehmet bûye, di çaçroveya guherandina Qanûna Înfazê de ku di 13'ê Nîsanê de li Meclîsê hat qebûlkirin, kiryarên şidetê hatin berdan. Bi vê qanûnê re kesên sûcên cinsî, taciz û tecawizê kiribûn hatin berdan û çûn malên xwe. 
 
BANGAWAZIYA 156 RÊXISTINAN 
 
Piştî Qanûna Înfazê di 15'ê Nîsanê de hat qebûlkirin û ket meriyetê, hêdî hêdî girtîheh hatin valkirin. Li ser vê rêxistinên jinan jî bang kir ku di warê berdana kiryaran de mexdûr nehatine agahdarkirin û 156 rêxistinên jinan piştî vê qanûnan navbirî ket meriyetê bang li dewletê kirin ku di warê têkoşîna li dijî şideta li ser jinê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û demildest tevdîran bigire. 
 
ÊN HATIN BERDAN DÎSA TEHDE LI JINAN KIRIN 
 
Kesên bi Qanûna Înfazê re hatin berdan dîsa jin û zarok bi şidet û tehdeyê re rû bi rû man. Muslum Aslan ku ji ber jina ku pê re zewicandîbû kêr kiribû û hatibû girtin, piştî qebûlkirina Qanûna Înfazê ya nû  hat berdan û çawa hat berdan keça xwe ya 9 salî kuşt. Fatîh S. jî piştî ji girtîgehê derket tehde li jina ku pê re zewicandiye kir û piştî jin ji mal çû du zarokên xwe bi zora çekê rehîn girtin. 
 
Li gor daneyên Wezareta Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakiyê, piştî Qanûna Înfazê hatiye qebûlkirin 20 roj şûnde 2 hezar û 506 jin serî li Alo 183 dane. 
 
Ji ber negirtina tevdîran û ji ber ku jinan nikaribû xwe bigihîne xetên îxbarê yên dewletê, rêjeya mirinên biguman jî zêde bûn. Wezareta Karên Navxweyî di 28'ê Nîsanê de daxuyandibû ku ji 11'ê Adarê ve li gor par cinayetên jinan ji sedî 45 kêm bûne, lê belê li gor rapora meha Nîsanê ya KCDP'ê rewş berevajî vê yekê ye. Di meha Nîsanê de 20 jin hatin kuştin û 20 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Ji van jina 18 jê li malê hatine kuştin. Li gor raporê di meha Nîsanê de rêjeya jinên serî li platformê dane ji sedî 55 zêde bûye. Ji sedî 60 jinên serî li platformê dane ji ber şideta fizîkî û derûnî serî lê dane. 
 
Di vê pêvajoyê de çendî ku jinan li ser hev bang dikir ku demildest "plana lezgîn pêk bê lê belê îqtidarê guh neda bangên wan û parast ku di pêvajoya pandemiyê de şidet kêm bûye. Wezareta Karên Navxweyî di 26'ê gulanê de daxuyandibû ku gava mirov rewşa niha û ya 70 rojên borî (beriya 11'ê Adarê û piştî wê) dide ber hev şidet ji sedî 7 û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî ji sedî 31 kêm bûye. 
 
Lê belê li gor rapora meha Gulanê ya KCDP'ê di meha Gulanê de 21 jin hatine kuştin û 18 jin jî bi aayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ji koma Hiqûqê ya Civakiyî Parêzer Îlayda Doga Karaman, pêvajoya 3 mehên borî bi vî awayî nirxand: "Giştînameya ku HSK'ê der barê qanûna jimare 6284'an de da, bû sedem ku di pêvajoya dadgehê de der barê 6284'an de tu biryar neyên dayîn. Jinên ku nikaribûn serî li 6284'an bidin baweriya wan a bi dewletê nema. Heya 1'ê Hezîranê pergaleke ku bi awayekî rêk û pêk bişixule tunebû. Jinên pêwendî bi mercciyên fermî re datanîn, ji wan re dihat gotin ku divê pêvajoya pandemiyê bi dawî bibe, li benda 15'ê Hezîranê bin." 
 
Karaman, destnîşan kir ku di pêvajoya şewbê de întihar zêde bûne. Karaman, anî ziman ku der barê întiharan de lêkolîn nehatine kirin û got: "Dibe ku jin li malê bi şidetê re rû bi rû maye, lê belê gava diçe nexweşxaneyê nikare bêje 'tehde li min hatiye kirin.' Çimkî axirê wê vegere heman malê. An jî jin xwe ew qasî bêçare hîs dike ku nikare derkeve derve întihar dike." 
 
Herî dawî Karaman destnîşan kir ku feraseta mêrî ji coronayê talûketir e û heger tevdîr neyên girtin wê bibe sedema talûkeyên pir mezin û got: "Di vê pêvajoyê de jî divê em jin tevdîrên xwe bigirin li cem hev bin." 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

19/06/2020
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir