AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe

  • rojane
  • 09:00 6 Mijdar 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Rêveberên AKP'ê yên Şirnexê li Şirnexê di bin navê alîkariyê de gelek kes kirine endamên AKP'ê. Bêyî ku haya kesên kirine endam jê hebe, endamtiya wan hatiye çêkirin. 

Rêxistina AKP’ê ya Şirnexê, li taxên Tokî, Dîcle û Vakifkentê mal bi mal geriyane û bi îdîaya dê “alîkariyê bikin” nasnameyên welatiyan girtine û beyî welatiyan ew kirine endamên AKP'ê. Piştî ku nasnameyên welatiyan hatin hildan hefteyek şûnde peyam ji telefonên wan re hatine şandinû gotine: "AK Partî, malbata mezin a Tirkiyeyê, hûn bi xêr hatin." Li gel vê peyamê welatiyên ku hînbûne ew kirine endamên AKP'ê bertek nîşan dan. Welatiyên ku bi vê yekê rû bi rû man axivîn û bang li gelê Şirnexê kirin ku li hemberî van lîstîkan dengê xwe derxin. 
 
'MALBATÊN XÎZAN TESPÎT DIKIN Û BI NAVÊ ALÎKARIYÊ DIKIN ENDAMÊN AKP'Ê'
 
Îdrîs Cevîk ê li Taxa TOKÎ'yê dijî, diyar kir ku hefteyek berê ji wan re hat gotin ku wê alîkariya xurekî ji wan re bikin û got: "10 roj berê xebatkarê bîneya me hat ji me re got 'Ji malbatên xîzan re alîkarî tê belavkirin, nasnameyên xwe bidin em navê we jî binivîsin ku alîkarî ji we re jî bê.' Me jî got qey wê alîkarî bê, me nasnameyên xwe dan. Piştî ku me nasnameyên xwe dan, peyam hatin telefonên me. Di vê peyamê de jî dihat gotin ku em kirine endamên AKP'ê. Pişt re min telefonî serokê AKP'ê yê Şirnexê kir û ji wî re got, we em bêyî îradeya me kirina endamê partiya xwe. Min jê re got, 'Hûn çima tiştên wiha dikin, siyaset cuda ye, xîzmet cuda ye.' Hemû malbatên xîzan tespît kirine û li ser navê alîkariyê beyî haya wan, wan dikin endamên partiya xwe. Tenê di bîneya me de 10 malbat kirine endamên AKP'ê. Bîneyên din jî bi heman tiştî re rû bi rû man e. Li çi qas kes in, ez hejmara wan nizanim. Me ev yek qebûl nekir û me ji wan re jî got. Pişt re ji me re peyam hat ku endamtiya me betal kirine."
 
'BI TAYBETÎ LI DIJÎ MALBATÊN WELATPARÊZ VÊ POLÎTÎKAYÊ DIDIN MEŞANDIN' 
 
Welatiyekî ku bi heman tiştî re rû bi rû mayî û ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin jî bang li malbatan kir ku li dijî vê polîtîkaya AKP'ê hişyar bin û wiha axivî: "Ev bûyer nêzî 10 roj berê hat serê me. Xebatkarê bîneya me ji me re got 'Wê ji we re alîkarî bê, nasnameyên xwe bidin.' Hat nasnameyên me birin. Piştî ku roj derbas bûn peyama 'Hûn bûne endamê AKP'ê ' hat telefona me. Ez rabûm min bang li dergevanê bîneyê kir û min ji wî re got 'Ev çi ye?' Wî jî got, 'Haya min jî pê tune ye.' Pişt re çûye ji wan re gotiye, 'Ger hûn endamtiyê betal nekin em ê derheqê we de doz vekin.' Piştî vê endamtiya me betal kirin. Me li e-devletê jî mêze kir. Beyî haya me jê hebe, em kirine endam. Di bîneya me de nasnameya 10 malbatan standin. Ji van 10 kesan 6 kes kirine endamên AKP'ê. Vê polîtîkayê bi taybetî li dijî malbatên welatparêz didin meşandin. Malbatên ku rewşa wan a aborî nebaş, dixwazin bi vî awayî teslîm bigirin. Divê malbat baldar bin. Dixwazin malbatên xîzan bi vî awayî terbiye bikin. Divê gelê berbayî vê lîstika dewletê nekeve." 
 
Têkildarî mijarê me telefonî Serokê AKP'ê yê Şirnexê kir, lê belê bersiv neda telefona me. 
 
MA/ Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

09/11/2020
16:21 Daxwaza ‘Bila cînayetên kar di cezayên giran de bên dîtin” hat redkirin
16:04 HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer
09:03 Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
08:26 Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
08/11/2020
20:38 Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:28 Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir
19:11 Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin
15:57 Qeyûmê Qersê midurên daîreyan ji peywirê girt
15:55 Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin
15:34 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
14:17 Ji Koca hişyariya rûpoşan
13:58 Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
13:32 Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
13:00 Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin
12:44 Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt
12:43 Testa Hevşaredarê girtî Çalişkan pozîtîf derket
12:22 Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin
11:36 Li Edeneyê 3 kes hatin berdan
10:48 Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan
09:20 Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz
09:11 Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin
09:10 Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye
09:09 Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê
09:08 Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin
09:05 Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet
09:04 Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin
09:03 Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
09:02 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN
07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe