'20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê'

  • rojane
  • 09:07 24 Çile 2021
  • |
img
ŞIRNEX - 20 sal derbas bûn, lê hê jî aqûbeta Serokê HADEP'a Silopiyayê û rêvebirê navçeyê Ebûbekîr Denîz nediyar e. Heya niha kesek jî nehatiye cezakirin û dosye jî hatiye girtin. 
 
Serokê HADEP'a Silopiya ya Şirnexê Serdar Taniş û rêvebirê navçeyê Ebubekîr Denîz, di 5'ê Çilêyê sala 2001'ê ji bo îfadeyê çûbûn Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê. Lê belê piştî ku çûn qereqolê hew vegeriyan û ji wê çaxê heya niha aqûbeta wan nediyar e. 20 sal derbas bûye lê belê heya niha kesek jî nehatiye cezakirin. Derbarê Fermandarê Alaya Cendirmeya Şirnexê yê berê Levent Ersoz de ku tiliya wî di windakirina Taniş û Denîz de heye, tu lêpirsîn jî nehtaibû destpêkirin. Piştî ku rêya hiqûqa navxweyî xitimîbû malbatan bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kiribû. 
 
Malbat û parêzerên Taniş û Denîz anîn ziman ku ji bo berpirsiyar bên darizandin dê bitêkoşin.
 
DOSYA LI DMMÊ'YÊ YE 
 
Parêzer Hakîm Taniş ku birayê Serdar Taniş e û parêzerê dosyeyê ye, bal kişand li ser pêvajoya wendakirina Taniş û Denîz. Taniş, diyar kir ku li gel guhertina pêvajoya siyasî helwesta darazê jî guheriye û wiha qala pêvajoya hiqûqî kir: "Di sala 2001'ê de birayê min Serdar û Ebûbekîr Denîz piştî ku ji bo îfadeyê çûn qereqola navçeyê, êdî tu agahî ji wan nehatin girtin. Di serî de doz li Sîlopyayê dihat lidarxistin. Dû re dosye şandin Amedê. Li gel girtina dadgehên taybet dosya dîsa anîn Sîlopyayê. Pişt re serdozgeriyê dîsa derheqê dosyayê de biryara neşopandinê da. Li gel vê biryarê em parêzerên dozê me serlêdanên xwe yên hiqûqî kirin.  Her wiha me serî li dadgeha Dadgeha Cezayê Sulhê ya Cizîrê jî da. Ev liberabûna me jî bi teqezî hat redkirin. Piştî ku hat redkirin, di sala 2015'an de me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Di sala 2019'an de dadgeha qanûna bingehîn jî ev serlêdan red kir. Di serlêdana me ya DMME'yê de Tirkiye hat mehkûm kirin. Li gel pêvajoya muzakereyê dosyayên wendayan dîsa ketin rojevê. Ew pêvajo wekî malbatên wendayan di me de hêviyek ava kir. Lê li gel guhertina pêvajoyê helwesta darazê guherî. Em parêzerên Taniş û Denîz jî me di sala 2020'an de dîsa serî li DMME'yê da. Dosye niha li DMM'ê tê sekinandin." 
 
'KIRYARÊN BÛYERÊ AŞKERE NE'
 
Parêzer Hakîm Taniş anî ziman ku heta ku rastî neyê ronîkirin û kujer hesab nedin ew ê dev ji têkoşîna xwe ya di vî warî de bernedin û wiha got: "Her çi qas bibêjin ku kiryarên vê bûyerê meçhûl in jî em dizanin ku kiryarên wan nasin û di nav me de ne. Ev kes ji hêla peywirdarên dewletê ve hatin wendakirin. Ev suc ji hêla van kesan ve pêk hat. Ev mirov, di binçavan de hatin wendakirin. Ev jî şerma dewletê ye. 20 sal di ser re derbas bûn, lê hîn jî encamek nehatiye bidestxistin. Ev nêzîkatiya darazê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Jixwe Tirkiye ne qanûnan nas dike û ne jî biryarên DMME'yê nas dike. Helwesta darazê polîtîk e. Dema ku birayê min wenda kirin, min hîn dibistana amadeyî dixwend. Armanca min xwendina beşa hiqûqê nebû. Ez ji vê bûyerê bandor bûm û min beşa hiqûqê xwend. Heta ku kiryar dernekevin holê ez ê dev ji vê têkoşîna xwe bernedim. Heke ku hêvî tune be, jiyan nabe. Di rêyên herî asêmayî de tişta ku mirov rizgar dike hêvî ye. Divê hêvî hebe ku jiyan hebe. Hêviya min heye wê rojekî ev bûyer ronî bibe. Kiryarên bûyerê aşkere ne. Bi vê hêviyê ez ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînim." 
 
'HEZAR CARÎ GEFA KUŞTINÊ LI SERDAR XWARIN' 
 
Bav Şuyaîp Taniş ku bi salan e li kurê xwe digere, aşkera kir ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz berpirsyarê windakirina kurê wî ye. Taniş, diyar kir ku berî ku kurê wî bê windakirin, Ersoz bangî wî kiriye û pirsa Serdar ji wî kiriye û wiha got: "Serdar her tim bi gefên wan re rû bi rû dima. Her tim bi kuştinê dihat tehdîtkirin. Dema ku ev gef dikirin jî bi awayeke aşkere dikirin. Carekerî fermandarê cendirmeyan li min geriya û got, 'heke Serdar dest ji vî karî bernede ez ê we bikujim.' Min jî got HADEP partiyeke qanûnî ye, sedem tune ku bê girtin, heke pirsgirêkek hebe dikarin li Enqereyê bigirin. Li min vegeriya û got, 'Ez nahêlim Serdar bikeve vê axê. Ez ê nehêlim ew bijî. Fermî be ne fermî be ji min re ferq nake. Ez tu carî destûrê nadim ku li herêma min HADEP bê vekirin.' Jixwe piştî vê gefê ji bo îfadeyî bang li Serdar kirin. Piştî çûyina Serdar me êdî tu agahî negirtin. Bi hezaran caran Serdar bi kuştinê tehdît kirin. Min ji fermandarê Alaya Cendirmayan re jî got, 'Dibe ku we bi hezaran mirov bi vî awayî wendakiribin, lê dê ev wisa nemîne.' Li gel wendakirina kurê min me serî li heman deran da, lê doz hîn jî bêencam e. Kiryar aşkere ne, edalet tune ye. Daxwaziya me ew e ku faîlên Serdar û Ebubekîr bên dîtin."
 
20 SAL IN LI BENDA BAVÊ XWE YE 
 
Ceylan Denîz, gava 5 salî bûye bavê wê Ebûbekî Denîz hatiye windakirin. Wekî 4 xwişk û birayan xwe, ew jî bi hesreta dîtina bavê xwe mezin bûye. 
 
Denîz, diyar kir ku ew bi hêvîdar e ku wê rojekî kiryar hesab bidin û wiha got: "Dema ku bavê min windakirin, ez 5 salî bûm. Bavê min bazirgan bû û carina diçû başûr û ji ber kar bi hefteyan nedihat malê. Min bavê xwe gelek zêde nas nekir. Lê ew roja ku bavê min ji malê derket û êdî nema hat, tu caran ji bîra min naçe. Piştî ji malê derket êdî nehat. Lê me her tim digot 'Wê rojekê bavê me li derî bixe û bê.' Em bi vê hêvî û baweriyê mezin bûn. Ne gora bavê min çêkirin û ne jî şîna bavê min danîn. Diya min her tim ji me re digot 'Wê rojekê bê.' Lê 20 sal derbas bûn, bavê min nehat. 20 sal in ez li benda hatina bavê xwe me. Bavê min di nav dilê me de birîneke kûr e. Her miriyekî gora xwe heye. Lê gora bavê min tune ye û ev 20 sal in em li benda hatina wî ne. Em kiryarên wan nas dikin. Di sala 2012'an de ji me re gotin, 'Li Kerboranê goristanek hatiye dîtin, dive goristana wan be.' Dilê me aram bû. Me got, qet nebe dê goreke wan hebe. Piştî ku mehek bû hat ragihandin ku ew ne bavê min e. Em li ku dera cîhanê bin jî, em ê li kiryaran bipirsin. Hêviya min ji vê pergalê tune ye. Lê heta ku rastî dernekeve holê em ê nesekinin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

27/01/2021
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan