Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye

  • rojane
  • 09:00 18 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer anî ziman ku grevên birçîbûnê bandoreke nebaş li tenduristiya girtiyan dikin û xwest demildest daxwazên wan bên qebûlkirin. 

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 143 roj in didomin. Yek ji pêkhateyên Koordînasona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê Endamê Desteya Rêvebir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prof. Dr. Umît Bîçer û Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Esîn Çelîk, çalakiyên girtiyan nirxandin. 
 
TECRÎD KÛR BÛ 
 
Bîçer, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Girava Îmraliyê de bibîr xist û anî ziman ku piştî Rewşaa Awarte ya piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin, li girtîgehan tecrîd kûrtir bûye û binpêkirinên mafan zêde bûne. Bîçer, diyar kir ku li gor agahiyên ku ji malbatan û parêzeran digirin pirsgirêkên di dema Rewşa Awarte de zêde bûbûn, di dema pandemiyê de zêdetir û dijwartir bûne. 
 
GUHNEDÊRIYA ÎQTIDARÊ 
 
Bîçer, anî ziman ku îqtidar di warê îşkenceya tê kirin de xwe li guhnedêriyê datîne û got: "Îşkence, ji bo AKP'ê bûye rêyeke domandina îqtidara wê. Ji lew re bi îşkenceyê û binpêkirinên mafan, derdora xwe konsolîde dike." 
 
Bîçer, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê zirarê didin bedena mirovan, lewma çalakiyên bi vî rengî teswqî nakin û got: "Lê a muhîm û krîtîk, mirov ketine greva birçîbûnê. Lewma divê em guh li daxwazên wan bikin û hşn bibin vê daxwazên wan çi ne. Ji bo vê jî divê hin mekanîzma bên afirandin û diyalog çêbibin. Berprisiyariyeke me ya bi vî rengî heye." 
 
GAVINE MAYINDE
 
Bîçer, diyar kir ku îqtidar rêyên muzakere û diyalogê girtine û van polîtîkayên xwe jî li civakê ferz dike û got: "Ev yek li girtîgehan jî mafên sereke yên mirovan binpê dike û zirarê dide tenduristiya wan û jiyana wan. Ji bo pêşîlêgirtina vê çi divê? Divê pîvanên bivê nevê yên hiqûqê pêk bên. Lê em dibînin ku bê îqtidar hiqûqê çawa binpê dike. Mafan binpê dike. Di vî warî de guh nade biryarên DMME û AYM'ê. Beriya her tiştî rêza ji bo rûmeta mirovan hiqûqa sereke ye û ji bo vê jî muzakere divên, da pirsgirêk bên çareserkirin. Ji lew re em baş dizanin ku bi heman hinceta mirov tim dikevin grevên birçîbûnê û rojiya mirinê. Mirina bi vî awayî nayê qebûlkirin. Divê îqtidar vê yekê fêm bike û li gor vê tevbigere." 
 
Bîçer, destnîşan kir ku ji bo girtîgehan û çareserkirina pirsgirêkan pêdivî bi gavine mayinde heye û bang kir ku demildest guh li daxwazên wan bên kirin û bên qebûlkirin.
 
XETERE ZÊDE DIBE 
 
Hevseroka MATÛHAY-DER'ê Esîn Çelîk jî diyar kir ku grevên birçîbûnê zirareke mezin didin bedenên girtiyan û niha di dema pandemiyê de tên kirin û ev yek xetereyê zêdetir dike. Çelîk got: "Li girtîgehan hema bibêje tu tevdîr nayên girtin. Bi ser de di vê serdemê de di bin navê lêgerînê de bê maske û lepik davêjin ser qawîşan. Ev bi tena serê xwe talûkeyek mezin e. Li Girtîgeha Gebzeyê testa 9 girtiyên jin pozîtîf derket. Malbat û parêzer nikarin biçin, tu temaseke wan bi derve re tune ye, çawa pê diekvin?" 
 
Çelîk, bibîr xist ku piştî şewba li Girtîgeha Gebzeyê Ardil Çeşme û Hacer Halîl Yûsûf sewqî girtîgehine din hatine kirin û got: "Ev heval hê nû ji şewbê xelas bûbûn. Hê baş rihet nebûbûn, gotin 'testa wan negatîf' e û wan sirgûn kirin. Ev ji bo girtiyên girtîgehên din jî xetere ye." 
 
MA / Rojîn Altay

Sernavên din

22/04/2021
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin