Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan

  • rojane
  • 11:29 18 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Parêzer Ercan Kanar, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku divê li Girava Îmraliyê li gorî rêgezên Nelson Mandela gav bên avêtin û pêwiste êdî tecrîd bi dawî bibe û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê berdan. 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 22 sal in li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreya yek kesî de, di tecrîda giran de tê girtin. Li Girava Îmraliyê 3 girtiyên PKK'ê jî di heman şertên tecrîdê de tên girtin û mafê hevdîtin, ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 27'Nê Nîsana 2020'an ve agahî jê nedihat girtin, herî dawî piştî 11 melan di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê agahî jê hat girtin. Di axaftina telefonê de, telefon piştî 4 deqîqeyan kut kirin û destûr nedan ku Ocalan pêşniyar û rexneyên xwe yên ji bo çareseriyê parve bike. Dîsa destûr nedan ku daxwazên xwe bîne ziman. 
 
Parêzerên ku piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an neçûbûn Îmralmiyê herî dawî piştî 8 salan di sala 2019'an de 5 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de û malbat jî herî dawî di 3'ê Adara 2020'an de çûn Îmraliyê. Niha ji xeynî axaftina bi telefonê ya 25'ê Adarê bi tu awayî agahî ji Ocalan û girtiyên li Îmraliyê nayên girtin. Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo tecrîd bi dawî bibe 143 rojin di greva birçîbûnê de ne. 
 
Herî dawî Mehmet Ocalan di 25'ê Adarê de 4,5 deqîqeyan bi rêya telefonê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî. Wekî din agahî jê nayê girtin. 
 
Ocalan di vê axaftina telefonê de xwest bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û diyar kir ku ev hevdîtina bi vî rengî li dijî hiqûqê ye. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan bi daxwaza lezgîn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Lê serdozgeriyê dîsa daxwaza parêzeran bê bersîv hiştin. Li ser rewşa Îmraliyê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parêzer Ercan Kanar nirxandin kir. 
 
'DAXWAZÊN OCALAN PIR MAFDAR IN' 
 
Kanar, anî ziman ku telefona herî dawî li ser fikar û bertekên zêde yên gel hat kirin û wiha got: "Sedema ku dewletê destûr da telefona bi vî rengî nîşan dide ku dewlet çiqas ketiye zorê. Dewlet hem ji bo xwe ji zorê xelas bike, hem jî rastiyê ji raya giştî veşêre û bertekan kêm bike destûr da vê axaftina telefonê. Gotinên Ocalan ên bi rêya telefonê ji birayên xwe re gotin, gotinên pir mafdar û heq in. Ocalan, xwest dewlet li gorî van hewldanên veşartinê berde û li gorî zagona Înfazê ya Neteweyên Yekbûyî ya standart tev bigere. Ev daxwazên Ocalan pir mafdar û heq in." 
 
DEWLET ZAGONAN BINPÊ DIKE' 
 
Prz. Kanar, destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdê hem Zagona Înfazê û hem jî Rêgezên Standarta Herî Kêm a Neteweyên Yekbûyî ya Têkildarî Muameleyên Der Barê Girtiyan de binpê dike. Xala Yekem a Zagona Înfazê divê rêgezên înfazê ji bo hemû girtiyan wekî hev pêk bê û cudakarî neyê kirin. Bêyî ku li ziman, reng, bawerî, nijada girtiyan û fikra siyasî ya girtiyan bê nerîn pîvanên rêgeza înfazê ji bo hemû girtiyan wek hev pêk bê. Ev rêgez di sala 1955'an de li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat qebûlkirin û di Rêgezên Standarta Herî Kêm a Neteweyên Yekbûyî ya Têkildarî Muameleyên Der Barê Girtiyan de wekî xala ewil tê qebûlkirin. Ev rêgez di sala 2005'an de hatin nûkirin. 60 sal şûnde dîsa nû kirin û navê wê kirin Rêgezên Nelson Mandela. Çima ev nav lê kirin. ji ber Mandela demek dirêj girtî ma û dema girtî bû mafê wî her tem hat binpêkirin. Wikî Ocalan her tim mafê wî hat xwarin. Ji ber vê yekê NY'ê navê vê Rêgezê kir Rêgezên Nelson Mandella. Ji ber vê yekê divê ji bo Ocalan jî rêgezên Nelson Mandella derbasdar bin." 
 
HIQÛQA DIJMINANTIYÊ HEYE' 
 
Kanar, bibîr xist ku xal û rêgeza herî girîng divê di navbera girtiyan de cudakarî neyê kirin û wiha lê zêde kir: "Kesên ku hatin cezakirin, êdî tu têkiliya wî û sûcê berê bi hevre namîne. Ji ber vê yekê hemû kesên ceza xwarine wek hev in. Kes çi sûcî dike bila bike, piştî ceza xwar û şûnde hikûmxwar e û wekhev in. Ji ber vê yekê divê di nava kesên ceza xwarine de cudakarî neyê kirin û hemû wek hev bin. Li gorî rêgezên Nelson Mandela divê girtiyê ceza xwariye tu carî cezayê hucreyê yê demdirêj lê neyê birîn. Ev ceza qedexe ye. Divê cezayê hucreyê tu carî 15 rojan derbas neke. Bi rêgezan hatiye nivîsîn ku divê ceza 1 rojê derbas neke. Lê li şûna vê yekê cezayê bêdem ê hucreyê li Ocalan dibirin. Armanca cezayê hucreyê ewe ku mirov ji hemû taybetiyê mirovahiyê dûr bixe ye. Ji ber vê yekê cezayê hucreyê hatiye xedexekirin." 
 
‘ÎNFAZA NIJADPEREST' PÊK TÎNIN
 
Prz. Ercan Kanar, destnîşan kir ku kesek bi çi sûcî hatibe cezakirin bila bê cezakirin, divê bi tu awayayi hevdîtinê wan û malbatê neyên astengkirin û wiha berdewam kir: "Kes çiqas cezayê giran ê dîsiplînê lê bê birîn jî divê tu car bi van cezayên hucreyê û qutkirina hevdîtinan nayê cezakirin. Divê her ji 15 rojan carekê malbat biçin hevdîtinê, Li gorî rêgeza Mandela hevditina parêzer û malbatan, mafê herî zagonî û rewa ye. Li dijî Ocalan înfaza nijadperest disepînin. Ev di heman demê de rûmeta mirovan dişkîne û li dijî pîvanên mirovahiyê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME)jî tecrîd û îşkence qedexe kiriye. Tecrîd û cezayê hucreyê sepandina şer e." 
 
AXAFTINA TELEFONÊ YA LI DOZGERIYÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ YE    
 
Kanar, bal kişand ser telefona li dozgeriyê ku Mehmet Ocalan bi Abdullah Ocalan re axivî û wiha dirêjî da axaftinê: "Telefona li dozgeriyê li dijî hiqûqê ye. Divê rêgezên Zagona Înfazê têxin meriyetê. Bi taybet divê li gorî rêgezên Nelson Mandela gavan bavêjin. Divê kesê bi telefonê di axive neyê guhdarkirin. Pêkanîn û sepandinên li dijî Ocalan bi temamî li dijî pîvan û rêgezên înfazê ne. Ev zagon hatiye binpêkirin. Ev feraset û hiqûqa dijminantiyê ye." 
 
RÊVEBERIYA DÎKTATORIYÊ YE' 
 
Kanar, herî dawî anî ziman ku êdî Tirkiye ji dewleta hiqûqê dûr ketiye û wiha got: Îqtîdar niha zagon û hiqûqê binpê dike. Zagonan binpê dike. Rêveberiyek keyfî heye. Niha parlamento formalîte ye. Li Tirkiyeyê tu carî daraz nebûye serbixwe. Niha daraz bi temamî hatiye girêdan û qet daraz ne serbixwe ye.
 
DIVÊ OCALAN AZAD BIBE 
 
Divê êdî Ocalan azad bibe û bê berdan. Divê bi temamî pîvanên Nelson Mandelan têxin meriyetê. Divê êdî tecrîd bi dawî bibe. Divê tecrîd bi dawî bibe û di demek nêzîk de Ocalan bê berdan." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

22/04/2021
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin