'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin'

  • rojane
  • 09:06 21 Tîrmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Koç û Penaberan a HDP’ê Velî Saçilik, diyar kir ku divê têgînên li dijî penaberan bên guhertin û got: “Pêwîste ku li şûna gotinên nijadperest ên li dijî penaberan, hikûmet bê rexnekirin.” 

 
Piştî ku Talîbanê piraniya Afganîstanê xist bin kontrola xwe, revên ji welat dewam dikin. Nêzî 40 salane ji welatê Afganîstanê mirov koç dikin. Ji ber rewşa dawî ya li Afganîstanê, hejmara kesên welat terk dikin û dibin penaber her ku diçe zêde dibe. 
 
Afganên ku neçar dimînin biçin welatên weke Îran, Pakîstan, Ozbekîstan û Tirkiyê, ji ber ku li van welatn nabin xwedî statu, weke hêza kar a herî erzan tên dîtin û rastî nêzîkatiyên nijadperest tên.
 
Pênaberên Afgan di demên dawî de, qefle bi qefle di sînorê Îranê re derbasî Tirkiyeyê dibin. Piştî ku dîmenên penaberên Afgan ên derbasî Tirkiyeyê dibin di medya dijîtal de hatin parvekirin, di serî de partiyên mûxalîf û gelek beşên cuda daxuyaniyên nijadperest dan. Ev daxuyanî û gotinên nijadperest di rojeva Tirkiyeyê de cih xwe girtin.  
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Hevberdevkê Komîsyona Koç û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Velî Saçilik, têkildarî gotin û nêzîkatiyên nijadperest û polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî penaberên li Tirkiyeyê dijîn ji ajansa me re axivî. 
 
‘HÊZA KARÊ ERZAN TÊN DÎTIN’
 
Saçilik, diyar kir ku Tirkiye ji ber ku pêymanên navneteweyî îmze nake, penaberên neçar dimînin ku ji welatên Rojhilata Navîn koçî Tirkiyeyê dikin, nabin xwedî statu û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê penaberên Afgan, Sûriyeyî û Pakîstanî bêstatune û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Tirkiye dibe sedem ku penaber bi awayekê bêkontrolî bên ser axa wê û weke hêza karê erzan bên dîtin. Di heman demê de vê rewşê jî li hemberî Awropa bi kar tîne û gefa ‘ez ê wan berdim’ li wan dixwe. Bi vê awayî polîtîkayên pere qezenckirinê bi rêve dibe.”
 
NÊZÎKATIYÊN NIJADPEREST
 
Saçilik, da zanîn ku li Tirkiyeyê, pirsgirêkn koç û penaberan nayin nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Derbarê penaberan de, têgînek ‘wê karê me ji me bigirin û nîzama bajarê me xirab bikin’ heye. Di vê derê de, bi taybetî demokratên civakî, hîn zêde di rewşek nijadperest de ne. Bi taybetî Fîkrî Saglar di van rojan de pêşengtiya vê yekê dike. Ji xwe rêveberên ÎYÎ Partiyê di nijadperestiyê de li pêş diçin. Bi gelemperî, li Tirkiyê, em nêzîkatiyên nijadperestî, celebparêz û elîtîst ên li dijî koçberî û pirsgirêkên penaberan dibînin.” 
 
LI SER SÎNORAN TECAWÎZ, ÎŞKENCE Û LÊDAN HEYE 
 
Saçilik, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Afganîstanê, piştî ku Talîban cardin bû desthilatdar, koçbertî zêdetir bû. Afganan bi 10 hezar Euroyan tînin. Ji bo ku li Tirkiyê bimînin nayin. Li ser sînoran tecawîz, lêxistin û îşkence hene. Mînak, li ser sînorê Îranê tabûreke tecawîzê hatiye avakirin. Jin û zarokên di vir re derbas dibin tên tecawîzkirin. Dîsa hemû koçberan derb dikin û pereyên wan ji wan distînin. Piştî van hemû pêkanînin, wan dişînin Tirkiyê. Li Tirkiyeyê jî, hêzên eskerî bi cuda nêzî wan dibin. Penaberan dibin navendên komkirina koçberan û destavêtina jinan mijara gotinê ye. Îro di raya giştî de, pirsa ‘çima tenê Afganên ciwan tên’ tê kirin. Ji ber ku hemû jinên ku berî vê hatin, tecawîzî wan hatin kirin. Ji ber vê ewil ciwan tên. Dûre jî malbatên xwe bi rêyên ewlere dibin gel xwe. Di vîr de, dirûtiye dewletan mijara gotinê ye.” 
 
REXNE LI MUXALEFETÊ KIR 
 
Saçilik, rexne li gotinên nijadperest ên muxalefetê kirin û wiha rêz kir: “Li vir yekane beşa ku divê bê hedef girtin AKP-MHP ye. Sedama koçberiyê polîtîkayên şerin. Îro yên ku dibin hevkarên van polîtîkayan, cihê xwe di hevkariya hilweşadina bajarê Sûriyeyê Erînê de jî girtin. Niha jî radibin, penaberên Sûriyeyê û Afganîstanê, hedef nîşan didin. Di vê derê de, yên ku divê bên hedef nîşandan hêzên emparyalîst, hikumeta Komara Tirkiyê û polîtîkayên wan ên şerin.” 
 
DIVÊ HESTIYARÎ BÊ PÊŞXISTIN
 
Saçilik, dest nîşan kir ku divê mafê jiyanê û vehewînê bê parastin û wiha bi dawî kir: “Desthilatdarî, penaberan weke hêza karê erzan û koleyên bêmûçe bi kar tîne. Her tim propagandeya ‘Ew hatin, destekê wan di ron de ye û destê din jî di hingiv de ye. Dewlet mûçe dide wan. Bê berdêl dibistanê dixwînin. Ji lênerîna tenduristiyê sûd werdigirin’ ji bo penaberan tê kirin. Lê êdî her kes jî baş dizane ku di vir de, koletî, kedxwarî, tecawîz û bazirganiyeke mezin a zarokan heye. Divê statuyek qanûnî ji bo penaberan vê avakirin. Gotinên nijadperest bi tu awayî nayin qebûl kirin. Ji bo ku em pêşdaraziyê hilweşînin, divê em têbikoşin. Nijadperestî û dijminantiya penaberan ne raste û nayê qebûl kirin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

24/07/2021
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin
11:26 NY: Ji milyonek zêdetir mirov ji ber lehî û hişkesaliyê mirin
10:12 Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef
10:08 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin
09:50 Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike
09:25 Tundiya zilam: Hewldana kuştina jinekê û zarokên wê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike
09:07 Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest
09:07 Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:06 Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin
09:05 Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
09:04 Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Walîtiya Wanê bersiv neda serlêdana ji bo 'standa derziyê'
22/07/2021
21:24 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir
15:46 DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên
15:18 Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan
14:15 Li herêma Qertewînê şer derket
13:48 Li Stenbolê tundiya li ser jinê
13:22 HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir
13:03 Ji NY'yê daxuyaniya Qibris
11:43 Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin
11:40 Di êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin
11:02 Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn
10:54 Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da
10:30 Dal ê di êrişa nîjadperest de hatibû qetilkirin hat veşartin
10:22 Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda
10:09 Li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye
10:01 ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e
09:41 Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 238'emîn de dewam dike
09:00 Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
09:00 Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike
09:00 Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
21/07/2021
20:53 Şewata li Cûdiyê xwe bi xwe tefiya
20:50 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:44 Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin
16:08 Li Konyayê êrişeke nîjadperestî li malbateke kurd hat kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:42 'Zihniyeta ku li Kadikoy û Pirsûsê êriş kir heman zihniyet e'
15:12 TGC’ê tundiya polisan şermezar kir
14:58 Polis zextê li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin
13:21 Li Xarpêtê şewat derket: 170 donim erd şewitî
13:09 Tûran: Berpirsên êrişên nîjadperest desthilat e
12:21 Malbata Şenyaşar: Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e
11:34 Penaberên afgan cejnê di bin germa zêde de derbas dikin
10:23 50 kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hat berdan
09:33 Êrişî malbatek Kurd kirin
09:07 Greva birçîbûnê di roja 237'emîn de dewam dike
09:06 'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin'
09:05 Roja cejnê bi bîdonan av kişandin
09:05 ‘Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:32 Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20/07/2021
20:39 Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kirin
16:11 Li Navenda Çand a Amara bîranîn: 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn
15:27 33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin
13:07 HDP'ê 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî
11:56 Zaroka du salî ya li Antalyayê winda bûbû mirî hat dîtin
11:52 Karkerên kurd bêyî ku werin dermankirin îfadeyê wan hatine girtin
11:32 Malbata Şenyaşar: Roja ku edalet pêk were wê bibe cejna me
10:29 Emîne Şenyaşar: Cejn ji me re nîne û bi girî derbas dibe
10:06 Malbatên Roboskiyê cejnê li goristanê pêşwazî kirin
09:57 Vedat Aydin bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hat bibîranîn
09:01 Dayika Suleyman Aksû: Rojê sê caran diçim ser gora wî
09:01 Greva birçîbûnê di roja 236'emîn de dewam dike
09:01 Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe
09:00 Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar'
09:00 Derbarê hikumxwarê muebedê de ku salek jê re maye derkeve 2 dozên cuda
09:00 Xizmên girtiyan: Berî ku cenaze derkevin bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'AN
19/07/2021
22:39 Li Afyonê êrîş birin ser karkerên kurd: 7 kes birîndar bûn
20:21 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Beriya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin