Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike

  • rojane
  • 09:11 26 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 242'yemîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 221’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 204'emîn de dewam dikin. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 47'emîn, di roja 242'yemîn de berdewam dike. Ji 14'ê tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 221’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 221'emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 204'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 204'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

28/07/2021
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan
10:04 Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike
09:01 Greva birçîbûnê di roja 243'yemîn de dewam dike
09:01 Derbarê daxuyaniya dijberî nukleerê de îdianame hat amadekirin
09:01 Karkerê ku li Afyonê bi êrişê re rûbirû ma: Êrişeke nijadperest û plankirî bû
09:01 Rojnamevan Başlangiç ku navê wî di 'lîsteya înfazê' de ye: Behr qediya ji bo AKP'ê
09:00 Dayika girtî: Li ber çavê dewletê kurd kurd e
09:00 Bavê ku polîs bû sedema mirina kurê wî: Ma em li ku bidin dû edaletê?
09:00 Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:53 Li Stenbolê jinek hat kuştin
26/07/2021
21:15 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:09 Bûldan: Êdî dema yekîtiya kurdan e
17:45 Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê
16:42 Amerîka mîsyona xwe ya şer a li Iraqê bi dawî dike
16:42 Aldar Xelîl: Divê şendeyên bêalî Goristana Efrînê lêkolîn bikin
16:16 Piştî 6 meh cezayê wê qediya û şûnde hat berdan
15:45 Dadgeha Bilind derbarê çalakiyên Kobanê de biryareke balkêş da
13:58 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
13:40 Welatiyek derket ser banê avahiya AKP’ê û hewl da întîhar bike
13:40 GOÇÎZDER: Divê li dijî êrişên nîjadperest çareseriyên bingehîn bên dîtin
13:36 Li dijî nijadperestiyê banga têkoşînê
13:33 Gorên li Efrînê hatin rûxandin di rojeva Meclîsê de ye
12:11 Emîne Şenyaşar: Heta lawê min neyê berdan ez ji vir naçim
11:53 Serokê Baroya Şirnexê: Êrîşên nîjadperest ne 'hêsan û bi tenê' ne
11:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:18 Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne
11:13 Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin
10:41 Çîrokek têkoşînê
10:39 Li Çinarê 6 taxan kirin qarantînayê
10:24 Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve
10:12 Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir
09:35 Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne
09:11 Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike
09:00 Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
09:00 Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 20121'AN
25/07/2021
21:14 Topbarana Şehbayê: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
19:52 Hejmar pêketiyen vîrûsa koronayê 14 hezaran derbas kir
19:45 Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket
17:59 Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket
17:51 Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn
17:39 48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan
16:51 Cotkaran li dijî birrîna ceryanê bi ser TEÎAŞ’ê de girt
16:50 Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne
16:50 Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist
15:06 Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû
12:31 Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin
11:07 Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye
10:40 Grûpên bi ser Tirkiyê ve kevirên goran didizin û difiroşin
10:13 Li Belçîkayê dîsa lehî rabû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 241'emîn de dewam dike
09:06 Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye
09:06 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin
09:03 Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin
09:01 Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'AN
24/07/2021
21:17 58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû
15:40 Hêzên PDK’ê cihên HPG'ê kirin hedef
14:57 Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin