Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin

  • rojane
  • 09:00 27 Tîrmeh 2021
  • |
img

RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku rêya bidawîkirina tecrîd û şer ji Îmraliyê derbas dibe û divê berpirsyariyê tenê ji girtîgehan re neyê hiştin û hemû beşên civakê bikevin nav tevgerê. 

Mafê hevdîtinê ya malbat û parêzeran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî derveyî hiqûqê tê astengkirin. Herî dawî parêzeran di 7'ê tebaxa 2019'an de û birayê Ocalan Mehmet Ocalan jî di 25'ê adara 2021'an de bi rêya telefonê bi Ocalan re hevdîtin kirin. Hevdîtina rû bi rû ya herî dawî jî ji ber agirê ku di 27'ê sibata 2020'an de li Girava Îmraliyê derketibû li ser bertekan di 3'ê adara 2020'an de bi Mehmet Ocalan re hat kirin. 
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 142'EMÎN DE YE
 
Ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan,  li tevahiya girtîgehan di 27'ê Mijdara 2020'an de bi beşdariya hezaran girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger hat destpêkirin. Grev di roja 142'yemîn de didome. Rexmî vî dengê ku li welat û derveyî welat bilind dibe jî desthilat bêdengiya xwe ya li hemberî daxwaza girtiyan didomîne. Xwişk û birayên Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan, têkildarî tecrîd û hevdîtinên malbatê ku nayên kirin ji ajansa me re axivîn. 
 
‘HIQÛQ HAT BERTERFKIRIN'
 
Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku herî dawî beriya 4 mehan hevdîtineke kurt bi rêya telefonê bi kekê xwe re pêk aniye û wiha got: "Êdî gotin nemane ku mirov ji pêkanînên derveyî hiqûqê re bibêje. Derew an rast mirovek li gorî qanûnên xwe kirine zindanê û bi salan e di zindanê de digirin. Tu dewlet î, dikarî vê bikî. Vê jî dikî. Lê mirovekî ku hûn wî di girtîgehê de bigirin mafên wî yên demokratîk hene. Li dinyayê jî wiha ye. Nêzî 2 salan e me hevdîtin nekirine. Hevdîtinê bi şewbê ve girê didin. Lê êdî derzî jî hatiye dîtin. Herkes dikare biçe her derî. Li vir bangî gelê kurd, ereb, tirk û gelên din dikim; serok ne ji mirovek ji rêzê ye. Herî kêm dikare parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li Tirkiyeyê hiqûqa kêm jî êdî nema ye, berteref kirine."
 
'PÊKANÎNAN 12'Ê ÎLONÊ DERBAS KIR'
 
Ocalan, bal kişand ser bandora kekê xwe Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û ev tişt gotin: "Hûn li giravê 4 mirovan digirin. Em nizanin ku dijîn an na. Em bi fikar in. Min 12'ê Îlonê dît. Rojek li qereqolê rojek jî li malê bûm. Wê demê hiqûq û edalet hebû. Ev pêvajo 12'ê Îlonê derbas kiriye. Hevdîtin nekirina 2 salan bi kesekî re nayê qebûlkirin. Li dijî mafê van mirovan mirov çawa ker û kor dibe? Di cejnê de herkes çû serdana xizmê xwe. Gelo çima destûr nayê dayîn ev her çar malbat biçin cem xizmên xwe? Ev wijdanî ye? Cihê di tu qanûnî de tune ye."
 
BANGA LI DMME Û CPT'YÊ
 
Di berdewama axaftina xwe de Ocalan, da zanîn ku kekê wî di encama komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û wiha pêde çû: "Amerîka, Îsraîl, Îngilistan, Rûsya û Ewropayê ku di tecrîdê cih girtine de berpirsyariya wan di tecrîda ku tê berdewamkirin de heye. Ewqas jî zilm nabe. Tecrîd weke mirovî û wijdanî û olî nayê qebûlkirin. Gelo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT ku ji bo pêşîgirtina îşkenceyê hatiye avakirin li kur in? Ev sazî çima peywira xwe bi cih naynin.? Gelo heke Serok bi parêzerên xwe re hevdîtin bike wê dinya xera bibe? Lê ew ji axaftina Serok a dikare pêşî li xwîna dirêje bigire aciz in. Lewre naxwazin dengê Serok bê bihîstin.
 
'WÊ PIRSGIRÊK DI HEFTEYEKÊ DE ÇARESER BIBE'
 
Ocalan, têkildarî şerê li Herêma Kurdistanê jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hûn çi navî li vî şerî dikin bikin, di encamê de mirov dimirin û xwîn tê rijandin. Heke bi Serok re diyalog bê danîn wê ev şer di hefteyekê de bi dawî bibe. Divê mirov pirsgirêka kurd baş bizanine û bişopîne. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka îro ye, 200 sal e didome. Di vê rewşê de kesê ku poirsgirêkê çareser bike Serok e. Ne tenê li Başûr li her derî xwîn diherike. Heke deriyên Îmraliyê vebibein wê ev pirsgirêk çareser bibe. Bi kuştina mirovan ev pirsgirêk çareser nabe. Heke bi Serok re diyaloq bê danîn û dewlet bixwaze şer di nav hefteyekê wê bi dawî bibe. Heta ku tecrîd bidome çareserî ne pêkan e. Weke gelên din mafên gelê kurd jî ên demokratîk û qanûnî hene. Serok jî ji bo vê di girtîgehê de ye. Dewlet çareserkirina vê pirsgirêkê naxwaze. Kurd ne dijminê kesî ne. Mafê xwe dixwazin. Nayê fêmkirin ku dewlet çima naxwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin."
 
'DIBE KU EM SIBÊ DERENG BIMÎNIN'
 
Di dawiya xaftina xwe de Ocalan, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ku li girtîgehan berdewam de jî ev tişt anîn ziman: "Tenê daxwaza wan bidawîkirina tecrîdê ye. Beriya niha 5 rojan diketin grevê. Niha derxistine 15 rojan. Di 15 rojan gelek tiştên mezin tên jiyîn. Di çalakiya beriya niha 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin careke din mirin çêbibe. Dewlet muxatabê vê daxwazê ye. Greva birçîbûnê bi qasî mirovahiya xwe siyasî ye. Em bar hiştiye ser milê mirovên di nav 4 dûwaran de. Muxatabê bingehîn ê peywirê kesên li derve ne. Ev peywir peywira me ye. Nikare bê gotin ku "rewş ne guncav e." Divê derfet bên çêkirin. Divê kes ne lal û kor be. Divê herkes mafê xwe yê qanûnî û demokratîk bi kar bîne. Divê em çalakiyên demokratîk pêk bînin. Ji bo em bibin dengê greva birçîbûnê divê em bertekên xwe bînin ziman. Dawiya vê çalakiyê rakirina tecrîdê ye. Heke em îro gav navêjin em ê sibê dereng bimînin. Ji vir banga me ye ji bo kesên demokrat, rewşenbîr û herkesî. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin."
 
'TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN'
 
Fatma Ocalan jî destnîşan kir ku 7 sal in kekê xwe nedîye û ev tişt gotin: "Nexweş im. Heke bihêlin ez dikarim biçim hevdîtina kekê xwe. Lê nahêlin. Dijî an najî em nizanin. Em dixwazin jê agahî bigirin. Em nizanin li wir çi dibe. Me gelek bêriya wî kiriye. Lê nahêlin em hevdîtin bikin. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Çûkek jî nikare bi tena serê xwe bijî. Kirine girtîgehê û di bin tecrîdê de dihêlin. Li girtîgehê êdî porê wî spî bû. Berê mehê careke me dikaribû wî bidîta. Lê êdî qet nahêhilin em hevdîtin bikin. Ez dixwazin ev şer bi dawî bibe û tecrîd rabe."
 
MA / Bariş Polat 

Sernavên din

28/07/2021
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan
10:04 Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike
09:01 Greva birçîbûnê di roja 243'yemîn de dewam dike
09:01 Derbarê daxuyaniya dijberî nukleerê de îdianame hat amadekirin
09:01 Karkerê ku li Afyonê bi êrişê re rûbirû ma: Êrişeke nijadperest û plankirî bû
09:01 Rojnamevan Başlangiç ku navê wî di 'lîsteya înfazê' de ye: Behr qediya ji bo AKP'ê
09:00 Dayika girtî: Li ber çavê dewletê kurd kurd e
09:00 Bavê ku polîs bû sedema mirina kurê wî: Ma em li ku bidin dû edaletê?
09:00 Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:53 Li Stenbolê jinek hat kuştin
26/07/2021
21:15 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:09 Bûldan: Êdî dema yekîtiya kurdan e
17:45 Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê
16:42 Amerîka mîsyona xwe ya şer a li Iraqê bi dawî dike
16:42 Aldar Xelîl: Divê şendeyên bêalî Goristana Efrînê lêkolîn bikin
16:16 Piştî 6 meh cezayê wê qediya û şûnde hat berdan
15:45 Dadgeha Bilind derbarê çalakiyên Kobanê de biryareke balkêş da
13:58 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
13:40 Welatiyek derket ser banê avahiya AKP’ê û hewl da întîhar bike
13:40 GOÇÎZDER: Divê li dijî êrişên nîjadperest çareseriyên bingehîn bên dîtin
13:36 Li dijî nijadperestiyê banga têkoşînê
13:33 Gorên li Efrînê hatin rûxandin di rojeva Meclîsê de ye
12:11 Emîne Şenyaşar: Heta lawê min neyê berdan ez ji vir naçim
11:53 Serokê Baroya Şirnexê: Êrîşên nîjadperest ne 'hêsan û bi tenê' ne
11:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:18 Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne
11:13 Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin
10:41 Çîrokek têkoşînê
10:39 Li Çinarê 6 taxan kirin qarantînayê
10:24 Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve
10:12 Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir
09:35 Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne
09:11 Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike
09:00 Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
09:00 Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 20121'AN
25/07/2021
21:14 Topbarana Şehbayê: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
19:52 Hejmar pêketiyen vîrûsa koronayê 14 hezaran derbas kir
19:45 Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket
17:59 Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket
17:51 Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn
17:39 48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan
16:51 Cotkaran li dijî birrîna ceryanê bi ser TEÎAŞ’ê de girt
16:50 Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne
16:50 Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist
15:06 Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû
12:31 Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin
11:07 Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye
10:40 Grûpên bi ser Tirkiyê ve kevirên goran didizin û difiroşin
10:13 Li Belçîkayê dîsa lehî rabû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 241'emîn de dewam dike
09:06 Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye
09:06 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin
09:03 Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin
09:01 Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'AN
24/07/2021
21:17 58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû
15:40 Hêzên PDK’ê cihên HPG'ê kirin hedef
14:57 Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin