Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire

  • rojane
  • 09:10 25 Tebax 2021
  • |
img

ENQERE - Saziya Tiba Edlî (ATK) bi raporên xwe, taloqkirina înfaza girtiyên nexweş asteng dike. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, ATK saziyeke girêdayî Wezareta Dadê ye, lewma darazê jî kiriye saziyeke pêgirtî û got: "ATK, divê rêgeza edaletê esas bigire."

Saziya Tiba Edlî (ATK) bi raporên xwe, taloqkirina înfaza girtiyên nexweş asteng dike. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, rewşa girtiyên nexweş û raporên ATK'ê yên derbarê girtiyên nexweş de nirxand. 
 
KRÎTERÊN TÊN PÊKANÎN 
 
Fîncanci, anî ziman ku rapora ATK'ê bi taybetî ji bo hikumxwarên nexweş, di warê "taloqkirina înfazê" de pir girîng e û di dema amadekarina van raporan de ATK li gor hin krîteran tevdigere. Fîncanci, da zanîn ku pêşî bi hin teknîkan girtiyên nexweş tên muayenekirin û piştî nirxandina belgeyên tibî biryar tê dayîn. 
 
Fîncanci, diyar kir ku ev krîter ne standard in û ji bo du girtiyên nexweşînên wan wek hev, raporên cuda tên amadekirin. 
 
PIRSGIRÊKA STANDARDÎZASYONÊ 
 
Fîncanci, bilêv kir ku di raporên ATK'ê de pirsgirêkeke din û mezin jî pirsgirêka standardîzasyonê ye û got: "Di taloqkirina înfazê de asta pirsgirêka tenduristiyê û li gor van pirsgirêkan mayîna di girtîgehê de, esas nayên girtin û rapor bi vî awayî tên amadekirin. Ji ber ku standardîzasyonek wisa tune ye, pirsgirêkên mezin rû didin. PErgala senifandina nexweşînê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heye. Lê li Tirkiyeyê çawa û çi qasî tê bikaranîn, ev cihê nîqaşê ye. Her wiha jixwe me di dema Covîd-19'ê de dît bê çawa şaş û xirab bi kar tînin." 
 
NEXWEŞÊN PENÇEŞÊRÊ 
 
Fîncanci, li ser girtiyên bi pençeşêrê ketine û raporên wan ên "nikarin di girtîgehê de bimînin" hene, jî sekinî. Fîncanci, destnîşan kir ku nexweşên pençeşêrê divê di şert û mercên pir guncan de bên tedawîkirin, lê belê ev şert li girtîgehan tune ne. 
 
DI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DE RAPOR HATIN GUHERANDIN
 
Fîncanci, bilêv kir ku di raporên ATK'ê de car carinan bi hin guherînan re rû bi rû dimînin û guherandina herî mezin jî di dema çalakiyên greva birçîbûnê yên 2018'an de rû daye. Fîncanci, diyar kir ku gava li girtîgehên Tîpa F'yê greva birçîbûnê dewam dikir, nexweşînên cidî rû dane û ji bo grevên birçîbûnê bên bidawîkirin li ser hevdê raporên ATK'ê yên "dê girtiyên nexweş di girtîgehan de nemînin" hatine amadekirin. Fîncanci, da zanîn ku derbarê kesên ku başbûna wan nepêkan e jî di nav çend salan de hin rapor hatine amadekirin û di van raporan de hatiye diyyarkirin ku baş bûne û ji van kesan hin jê cardin girtine. 
 
Fîncanci, bibîr xist ku di dema çalakiyên greva birçîbûnê de di warê qanûnî de jî hin guherandin hatine kirin û got: "Derbarê esên hatine diyarkirin dê nikaribin di girtîgehê de bimînin, qanûnek çêkirin ku ev kes dikarin di 'girtîgehên rehabîlîtasyonê' de bimînin. Meseleyeke din jî, ew e ku ji bo girtiyên nexweş dibêjin ji bo civakê talûke ne. Heger dozger diyar bike, nexweşîna van kesan çi dibe bila bibe, dê înfaza wan neyê taloqkirin. Ev qanûnên hatine çêkirin hemû raporên ATK'ê betal dikin. Ji lew re bi raporên ATK'ê yên kesên tenduristiyya wan nebaş, bi biryarên dozgeriyê înfaza wan hatin sekinandin an jî wan şandin girtîgehên rehabîlîtasyonê." 
 
ATK Û DARAZ
 
Seroka TTB'ê Fîncanci, anî ziman ku ji ber ku ATK saziyeke girêdayî Wezareta Dadê ye, darazê jî kiriye saziyeke pêgirtî û got: "ATK û daraz, rasterast têkildarî hev in. Di demên dawî de bi rejîma yekzilamî re, ev pêgirtîbûn bû tiştekî pir talûke. Ji lew re êdî wezaret tenê meqameke îdarî ne û meqama kontrolker jî yek û ev jî nîşan dide ku nayên kontrolkirin." 
 
RÊGEZA EDALETÊ 
 
Fîncanci, anî ziman ku divê raporên ATK'ê bi awayekî serbixwe û li ser asasên zanistê bên nirxandin, lê belê ji dêvla vê bi hewldanên ku dixwazin sonda bijîştiyê bê guherandin re rû bi rû dimînin. Fîncanci, diyar kir ku ev gav hwelsteke li dijî rêgezên "nekirina cihêkarî" û "edaletê" ne û got: "Dixwazim bînim bîra van kesan ku ev biryar girtine. Roj bê dê ev cihêkarî, li pêşiya me hemûyan bisekine. Lewma divê rêgeza edaletê ya ji cihêkariyê parzindandî esas bê girtin." 
 
 MA / Berna Kîşîn  

Sernavên din

27/08/2021
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite