Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!

img

ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya yekemîn a Cizîrê re 6 sal derbas bûn. Keça Eşref Erdîn ku wê demê hatibû qetilkirin Rahmet Erdîn, wan rojan bi van gotinan vegot: "21 mirov kuştin. Ji pitika 2 mehî bigire heta bavê min ê 60 salî ji her kesî re gotin 'terorîst' lê wisa nîne." 

Di 4'e îlona 2015'an de Walîtiya Şirnexê li navçeya Cizîrê biryara qedexeya derketina derve ragihand. Bi vê biryarê re taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yafes'ê ji aliyê maşîneyên zirxî ve hatibû dorpêçkirin. Navçeya Cizîrê ku 150 hezar gelheya wê heye, piştî qulibandina meseya çareseriyê ya bi hinceta cînayeta 2 polisan a li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, bûbû yek ji navendên "Plan Çokşikandinê". Qedeya ku 4'ê îlonê hatibû îlankirin piştî 9 rojan di 12'ê îlonê de bi dawî bû. Waliyê wê demê yê Şirnexê Alî Îhsan Sû daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku operasyoneke "serkeftî" pêk anîne û spasiya gelê Cizîrê kiribû. Ji bilî vê derbarê tiştên li navçeyê pêk hatibû tu agahî nehatibûn parvekirin. 
 
21 KES HATIBÛN QETILKIRIN
 
Lê di rastiyê de ji pitika 35 rojîbigire heta mirovên 80 salî bi giştî 21 sivîl hatibûn qetilkirin. Nav û temenê sivîlên ku hatibûn qetilkirin wiha ne: Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Hetban Bulbul (65), Saît Çagdavûl (19), Mûhammed Tahîr Yaramiş (35 roj), Cemîle Çagirga (10), Osman Çagli (18), Îbrahîm Çîçek (80), Meryem Sune (53), Ozgur Taşkin (20), Seyît Eşref Erdîn (60), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Sayît Nayîcî (17), Selman Agar (10), Bunyamîn îrcî (15), Mehmet Dîkmen (70), Bahattîn Sevînîk (50), Sûphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û Mehmet Emîn Açik (70).
 
Malbata Cemîle Çagirga ya 10 salî ji bo ceanzeyê wê bêhn nede di sarincê de veşartibû. Ji bilî van mirinan asta hilweşandina li navçeyê bi wêne û dîmenên ku rojnamegeran kişandibûn derketibû holê. Cemîle û Mûhammedê ku darbesta wî ya bi qasî laşê wî mezin jî di navde cenazeyê 16 kesan rojek piştî rakirina qedexeyê bi merasîm hatin veşartin. 
 
SEDEMÊN MIRINA DERENGMAYÎNA AMBÛLANSAN E
 
Bi qedexeyê re xetên ceyran, telefon û înternetê li navçeyê hatibû birîn û depoyên avê yên li ser baniyan jî bûbûn hedefa leşker û polisan. Di raporên ku piştî qedexeyan hatin amadekirin de hatibû destnîşankirin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber derengmayîna ambûlansan jiyana xwe ji dest dane. Rexmî ku di ser qedexeyan de 6 sal derbas bûne jî mirov hê li navçeyê rastî şûnê guleyên ku li avahiyan ketine tê. Serpêhatiyên wê demê jî di bîra xizmên kesên wê demê hatine qetilkirin de weke birînên qalek negirtî teze ne. 
 
JI BER AV QEDIYA DERKET SER BANÎ
 
Yek ji kesên ku dema qedexeyan ji aliyê sekvanan ve hatibû qetilkirin Eşref Erdîn bû. Erdîn dema ku xwestibû li depoya wan a avê binêre ji aliyê sekvanan ve hatibû qetilkirin. Keça Erdîn Rahmet Erdîn, got ku tiştên pêk hatine weke ku duh bûbûn tên bîra wê û qala wan rojan kir. Erdîn, da zanîn ku bi destpêkirina qedexeyê re gule di ser wan de bariyan e û wiha got: "Ji ber barîna guleyan me nikaribû serê xwe ji malê derbixista. Ji ber ku avên depoyên baxçeyên me qediyan bavê min bi şev saet derdora 23.00'an derket ser banî. Dema ku heta saetek deng jê nehat me çû le nêrî û dît ku birîndar e."
 
DESTÛR NEDAN AMBÛLANSÊ
 
Erdîn, destnîşan kir ku bavê xwe bi awayekî birîndar ji ser banî daxistina hewşa mala xwe û bi van gotinan qala wê demê kir: "Me gazî ambûlansê kir lê gotin ji ber şer nikarin bên. Li ser vê me agahî da polisan û hewl da bi wesayîta xwe bavê xwe bibin nexweşxaneyê. Me plaqeya xwe jî dabû polisan. Dema ku bavê min li wesayîtê siwar kir û derketin serê kuçeyê guleyan di ser me de barandin. 3 gule li wesayîta me ketin. Em careke din vegeriyan malê. Ne destûr dan ambûlans bê ne jî hiştin em bavê xwe bibin nexweşxaneyê. Saet derdora 05.00'ê sibehê bavê min rehmet kir."
 
WÊ TÊKOŞÎNA XWE HIQÛQÎ BIDOMÎNIN
 
Yek ji tiştên ku dilê Erdîn dag dike qebûlnekirina sivîlbûna bavê wê û kesên ku din ku wê demê hatin qetilkirine. Derbarê mijarê de Erdîn ev tişt got: "21 mirov kuştin. Ji pitika 2 mehî bigire heta bavê min ê 60 salî ji herkesî re gotin 'terorîst' lê wisa nîne." Erdîn, got ku heke di ji lêpirsîna kuştina bavê xwe ya 6 salan didome encam negirin jî wê ji bo derxistina holê ya faîlan têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin. 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

03/09/2021
09:11 Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe