Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'

img

WAN - Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî, diyar kir ku mirinên li bajarên kurdan maşîneyên zirxî ku dibin sedema wan "ne qezayên trafîkê" sûcên "bi qestî" ne û got: "Nêzikbûna li hember kurdan ne tiştekî veşarî ye. Tê zanîn ku nêzikbûna 'kurdê herî baş kurdê mirî ye' berbelav e."

Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, maşîneyeke zirxî li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglû yê 7 salî qelibû û ew kuşt. Bi kuştina Mîroglû re kuştinên bi heman rengî yên bi maşîneyên zirxî hatin rojevê. Li gorî daneyan, di navbera salên 2008-2021'an de li bajarên herêmê ji ber maşîneyên zirxî herî kêm 20 jê zarok bi giştî 40 kesan jiyana xwe ji dest daye.  Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî ku bi salan di Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniya ji bo Mezlûman (MAZLÛMDER) de rêveberî kiriye, pêkanîn li bajarên herêmê ku gel hedef digirin nirxand. 
 
 
QEZAYÊN MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ NE QEZA NE!
 
Bîldîrîcî, da zanîn ku qezayên bi maşîneyên zirxî yên bajarên kurdan nikarin weke qeza bên nirxandin û wiha got: "Di destpêka salên 2000'î de weke parastvanên mafên mirovan me daxwaz kir ku navendên leşkerî ji navendên bajaran bên derxistin. Ev navend ji serdema Ataturk û Înonu ve bi awayekî zanebûn li navendên bajaran hatine avakirin. Li navenda her navçe û bajarî herî kêm navendek û du navendên leşkerî hene. Lewre rejîma nû bi hêza leşkerî dihat avakirin. Hebûna leşkeran a li navenda bajaran li ser gel otorîteyek çêdikir."
 
PÊKANÎNA TAYBET A LI BAJARÊN KURDAN
 
Di berdewamê de Bîldîrîcî, da zanîn ku rexmî ku demekê AKP'ê li ser navê demokrasiyê sozê derxistina derveyî bajaran ên hemû navendên leşkerî daye jî vê pêk naniye û ev tişt anîn ziman: "Bi vê re wê him maşîneyên zirî kêm li nav bajaran bigeriyana hem jî wê hebûna leşkeran a nav bajaran kêm bûbûya.  Armanca vê pêkanînê ew bû ku mîna welatên rojavayî ku demokrasî li wan pêş e hêza leşkerî tenê parastina sînoran bike û ewlehiya navxweyî bi polisan pêk bê. Dema mirov lê dinêre dibîne ku ev pêkanîn li rojava bi ser ketiye lê li bajarên kurdan mixabin mirov nikare bibêje ev bi serketiye. Belim avahiyên leşkerî derketibin lê polis û maşîneyên zirxî ji berê bêtir digerin. 
 
SEDEMA YEKEMÎN BÊCEZAHIŞTIN E
 
Derbarê qetilkirina Mîraç Mîroglû de jî Bîldîrîcî, mirinên bi heman rengî pêk hatibûn bi bîr xist û ev tişt gotin: "Bi taybetî piştî sala 2016'an di leşkeriyê de qadrobûn pêk hat û kesên nêzî partiyên nîjadperest hatin hilbijartin. Zextên van kesan ên li dijî kurdan ne tiştekî veşarî ye. Tê zanîn ku nêzikbûna "kurdî herî baş kurdê mirî ye" berbelav e. Divê mirov hinek jî bi van çavan li maşîneyên zirxî yên polis û leşkeran binêre. Lê tenê sedem ne ev e. Sedemeke din ku van bûyeran hêsantir dike bêcezahiştin e. Heke mirov bêcezahiştin û nêzikbûna nîjadperest bide berhev mirov karibe bibeje ku tiştên ku pêk sûcên "bi qestî" ne. Lewre aliyekî siyasî ya van bûyerên li bajarê herêmê jî heye."
 
PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ
 
Ji bo pêşîgirtina van bûyerên bi rengî Bîldîrîcî, ev çareseriya bi du ast pêşniyar kir: "Asta yekemî; serweriya hiqûqê ya li her qadê û avabûna serxwebûna tam a darazê. Ji bo vê divê li şûna polîtîkayên ewlehiyê polîtîkayên aştiyê bikevin meriyetê. Hêvîkirina vê ya ji hikûmeta ku 20 sal e welat bi rê ve dibe ne pêkan e. Asta duyemîn jî; qebûlkirina pirsgirêka kurd a pirsgirêka hiqûqê û çareserkirina wê ya siyasî ye."
 
MA / Dîndar Karataş

Sernavên din

09/09/2021
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir