Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin

  • rojane
  • 09:04 24 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - KCD ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî rê û rêbazên çareserkirinê danîn holê, bi polîtîkaya tahdeyê hedef tê girtin û deriyê wê hat mohrkirin. Kesên tevli nav xebatên KCD'ê dibin jî yek bi yek tên cezakirin. 
 
Ji saziyên ku ji bo meseleya kurdî bi rêya muzakereyê bê çareserkirin hatiye avakirin jî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e. KCD, ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin gelek rê û rêbaz danîne meydanê. 
 
Hevserokên ewil ên KCD ku di 2007'an de li Amedê hat avakirin, Yuksel Genç û Hatîp Dîcle bûn. Paşê Ahmet Turk-Aysel Tûglûk, Selma Irmak-Hatîp Dîcle, Leyla Guven-Berdan Ozturk bûn hevserokên KCD'a ku di bin banê wê de nêzî 800 rêxistinên civaka sivîl hebûn. 
 
ÇÛ MECLÎSÊ
 
KCD'ê di warê meseleya kurdî, qanûna bingehîn a nû, edalet, rêveberiyên herêmî, pergala perwerdehî û tenduristiyê de gelek kongre, komxebat û konferans li dar xistin û di van çalakiyan de ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe berpêş kirin. Ji nav AKP'ê gelek kesên girîng jî di nav da cîgirê musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş bi xwe jî tevli van çalakiyên KCD'ê bû. Ji ber vê rewabûna xw eya civakî, di sala 2012'an de Serokê Meclîsê yê wê demê Meclîs Çîçek di çaçroveya xebatên ji bo qanûna bingehîn a nû de ew vexwand meclîsê. KCD'ê, piştî vê vexwandinê pêşniyarên xwe yên ji 6 rûpelan pêhatî berpêşî komîsyona wê demê kir. Di nav van pêşniyaran de daxwaza ji bo xweseriya demokratîk jî hebe. 
 
BI PLANA RÛXANDINÊ RE HEDEF HAT GIRTIN
 
Di sala 2013'an de jî bi navê "pêvajoya çareseriyê" pêvajoyek hat destpêkirin. Bi vê re Heyeta Îmraliyê ya ji 5 kesan pêk hatî hat avakirin. Di nav heyetê de Hevserokê KCD'ê yê wê demê Hatîp Dîcle jî hebû. Dîcle, hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, bi cîgirên serokwezîr ên wê demê û rayedarên dewletê re hevdîtin kirin ji bo muzakereyê. Lê belê bi "Plana Rûxandinê" re ku di 30'yê Cotmeha 2014'an de di civîna MGK'ê de biryara wê hat girtin, hedef hat girtin. 
 
DOZ LI SER DOZÊ
 
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9'ê Cotmeha 2018'an de KCD jî di nav de polîsan avêt ser nêzî 200 cihî. Di van serdegirtinan de siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de 141 kes hatin binçavkirin û ji van kesan 25 kes hatin girtin. Derbarê rêvebir û delegeyên KCD'ya ku xeatên wê hatin îllegalîzekirin, yeko yeko lêpirsîn hatin destpêkirin û îdianame hatin amadekirin. Li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê bi sûcê "rêveberiya rêxistinê" 22 sal û 3 meh ceza hat birîn û Guven di 22'yê Kanûna 2020'î de hat girtin. 
 
Herî dawî jî di 26'ê Hezîrana 2020'an de bi lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê 64 kesan da biryara zevtkirinê hat dayîn. Ji van kesan 45 kes jê hatin binçavkirin û ji van kesan jî 23 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û deriyê KCD'ê hat mohrkirin. 
 
CEZAYÊN HATINE BIRÎN
 
Li Amedê hin cezayên ji ber tevlîbûna panel, komxebat û hwd. ên KCD'ê ku endamên îqtidarê û rêvebirên dewletê yê berê jî tevli van çalakiyan bûbûn,hatine birîn ev in; 
 
* Bi îdiaya "avakirina rêxistinê û rêvebirinê" li endamê Desteya Rêveber ê Partiya Kedê (EMEP) û nivîskarê Evrenselê Yûsûf Karataş, 10 sal û 6 meh,
 
* Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Koordînatora Bernameyê ya ÎMC TV'ya ku hat girtin Ayşegul Doganê 6 sal û 3 meh, 
 
* Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar 6 sal û 3 meh, 
 
* Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Racî Bîlîcî 6 sal û 3 meh, 
 
* Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Hevşaredara Gêlê ya qeyûm tayinî şûna wê hat kirin Gulîstan Ensarîoglû 6 sal û 3 meh, 
 
* Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li rêveberê HDP'a Amedê Edîp Bînbîr 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp, rojnamevan Roza Metîn û Mehmet Şahîn jî di nav de dozên derbarê bi dehan kesî hê jî didomin. 
 
DOZA RACÎ BÎLÎCÎ
 
Hincetên tawanbarkirin û cezakirina Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Racî Bîlîcî, di warê helwesta dadgehên herêmî da yên ku bi dosyeyên KCD'ê re mijûl in, mînakeke balkêş e. Dozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2017'an de bi hinceta raporên binpêkirina mafan ên 2011-2014'an ên ÎHD'ê amade kiriye, tevli civînên rêxistinên mafê bûye û tevli xebatên KCD'ê bûye, derbarê Bîlîcî de lêpirsîn da destpêkirin û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê jî ji ber vê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Bîlîcî birî. 
 
ÎSTINAFÊ XERA KIR
 
Piştî îtiraza parêzeran Daîreya Ceza ya 2'yan a Edliyeya Herêmê ya Amedê, di 21'ê Kanûna 2020'î de di biryara xwe de ragihand ku Bîlîc ne endamê KCD'ê ye û nehatiye piştraskirin ku bernameyên rêxistinên civaka sivîl ên Bîlîc tevli wan bûye bê yên rêxistinê ne yan na. Daîreya Ceza ya 2'yan ji ber vê biryara dadgeha herêmî xera kir. 
 
BIRYARÊN DADGEHA BILIND! 
 
Dadgeha Îstinafê di biryara xwe de bal kişand ser biryarên Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind. Dadgehê, di biryara xwe de li ser pênaseya endamtiya rêxistinê ya di biryarên Dadgeha Bilind de hatine destnîşankirin sekinî û got: "Sempatîya ji bo rêxistinê yan jî esasgirtina armanc, nirx û bîrdoziya rêxistinê û xwendina weşanên di vî warî de û rêzgirtina ji bo pêşengê rêxistinê hwd. ji bo endamtiya rêxistinê ne delîline temam in." 
 
Piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Îstinafê, dosye cardin ji dadgeha herêmî re hat şandin. Di danişîna 17'ê Îlonê de dozgeriyê tiştên Bîlîcî pê tawanbar kiribûn, cardin dubare kirin. Dozger, wekî delîleke nû jî, wêneyê Bîlîcî yê ku dema di paceyê de li daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a li ber Edliyeya Amedê ya ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê temaşe dike hatiye girtin, daxilî nav dosyeyê kir. Zabitnameya di vî warî de beriya daxuyaniyê bi du mehan, di 16'ê Çileya 2021'ê de hatibû amadekirin. 
 
Çendî biryara Îstinafê bi vî rengî be jî, lê heyeta dadgehê bi piraniya dengan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û meh ceza li Bîlîcî birî. Lê belê serokê dadgehê raya xwe bereksê endamên din ên heyetê da. Serokê dadgehê ji bo hinceta biryara xwe jî diyar kir ku tu endamtiya bersûc a ji bo KCD'ê tune ye û bi sifetê Serkê ÎHD'a Amedê di konferansê de moderatorî kiriye, lewma tevli biryara piraniyê nabe.
 
Piştî vê parêzerên Bîlîcî cardin îtiraz kirin û dosye ji Dadgeha Îstinafê re şandin. Dosye hê li Dadgeha Îstinafê ye. 
 
MA / Omer Çelîk
 
 

Sernavên din

25/10/2021
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê
23/10/2021
16:52 Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
16:45 Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin
16:30 Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye
16:24 Li Qilêbanê jinek ciwan xwest xwe întîhar bike
16:15 Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
15:42 Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
14:59 Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin
14:43 ‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’
14:34 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn
14:33 Polîsan bi ser şantiyeyê de girtin: Gelo we bêriya xendekan kiriye?
14:15 PZK’ê helbestvan Cegerxwîn li gundê lê ji dayik bûye bi bîr anî
14:01 KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e
13:41 Xizmên Windayan li aqûbeta Dr. Recaî Aydin pirsîn
12:35 HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
12:05 Serokê EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
11:21 ‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
10:43 44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
10:09 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan
09:06 Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e
09:03 Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
09:03 Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
09:03 SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe
09:03 Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran
09:03 Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:23 Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir
22/10/2021
20:53 Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt
20:39 Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin
16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin