NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê, li Idlibê noxteyên hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê bombebaran kirin.
Saziya Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku rejîma Şamê, li başûrê Idlibê bi çekên giran noxteyên li bajarokên Filêfil, Fitîra û Binîn ên hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê bombebaran kirine.
SOHR'ê duh jî diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê li çoltara rojavayê Idlibê 3 êrîş pêk anîn û di heman demê de kargeha şekir a li Cisir Şixûr û derdorê gundê Kifêr bombebaran kir.