AMED - Li polîs Selahattîn Korkmaz ê bi wesayîta zirxî Şahîn Oner (19) kuşt, bi sûcê “biqusûr bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê hat birîn.
Polîs Selahattîn Korkmaz, di 10’ê Sibata 2013’an de, di xwepêşandeneke şermezarkirinê ya li Taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê de, bi wesayîta zirxî Şahîn Oner perçiqandibû û bûbû sedema mirina wî. Danişîna doza ku polîs Selahattîn Korkmaz jê tê darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Şandeya dadgehê, li bersûc Korkmaz ji sûcê “biqusûr bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê birî.