Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah, anî ziman ku Başûrê Kurdistanê bûye navenda şerê Rojhilata Navîn û got: "Yan di vî şerî de ev pergal wê têk biçe yan jî wê bi ser bikeve. Ji ber wê ji bilî serkeftinê tu çareya me nîne." 

Tirkiyeyê bi hevkartiya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di 17'ê Nîsanê de ji hewayî û bêjahî ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser axa Başûrê Kurdistanê ve dest bi êrişan kir. Êrişên ku hatine destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam dikin. Li herêmê di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şerên dijwar diqewimin. Şerê li dijî axa Başûrê Kuristanê dibe sedema bertek û hêrsên mezin. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah derbarê şerê diqewime de ji ajansa me re axivî. 
 
'ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DIQEWIME' 
 
Mihemed Abdullah, anî ziman ku Rojhalata Navîn a ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê birêvirin ber bi aloziyeke berfireh ve diçe û wiha axivî: "Gelê Rojhilata Navîn niha di aloziyeke gelek xeterê de ye. Yek ji sedemê vê aloziya civakî, siyasî û çandî jî hêzên desthilatdara heyî ne. Pergalên heyî yê ku hebûna xwe ji şer, teror û tundiyê digire serî li şereke navxweyî dide. Di qonaxa niha de pêvajoyeke şer heye ku îro em dikarin jê re bibêjin şerê Cîhanê yê 3'emîn.  Ev şer bi xwe re xizanî, bêkarî û wêrankirina xwezayê tîne. Û xuya ku ev şer dê bibe sedema felaketên mezintirîn. Niha gelên Rojhilata Navîn hatine asteke ku nikarin van aloziyan û karesatan tehemûl bikin. Mirovahî niha ji bo ku ji vê aloziyê rizgar bibe têdikoşe. Lê gelên ku ji bo guhertina vê pergala desthilatdar têdikoşin bûne hedefa hêzên komploger."
 
'BÛYE NAVENDA ŞER' 
 
Abdullah, bi lêv kir ku ev şer wê dawiya pergala desthilatdar a Rojhilata Navîn bîne û wiha berdewam kir: “Ev rewşa aloz a li Rojhilata Navîn, encama aloziya ku ji aliyê pergala desthilatdariyê ve hatiye çêkirin e. Ji ber ku netewên Rojhilata Navîn parçeyekî organîk û ji hev nayê veqetandin a ji vê pergalê ye. Cîhan bi cewhera xwe ya jeopolîtîk û jeostratejîk û dewlemendiya xwe ya çandî di warê çavkaniyên enerjiyê de bûye navenda nakokiyên di navbera hegemonyayan de. Di rastiya rewşa Rojhilata Navîna îro de rê li ber hilweşînê hatiye vekirin û ev pergala serdest êdî nayê parastin û nûkirin."
 
'PLANA QIRKIRIN Û ÎMHAKIRINÊ YE'
 
Abdullah, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca sereke ya êrişên li dijî herêmê tasfiyekirina hêzên azadîxwazin û got: "Ji aliyekî ve hêzên hegemonîk ên cîhanê, li aliyê din jî hêzên herêmî yên ku welatên herêmê nûnertiya partiyan dikin, li dijî hemû aliyên siyasî, olî û mezhebî dest bi şer kirin. Ev plana qirkirin û îmhayê ye. Û heke ku ev hêz ji holê bê rakirin kesê ku herî zêde ji vê sûd bigire wê hêzên hegemonîk bin. Mezheb û bawerî li ser esasê polîtîkaya ‘perçekirin û serdestiyê’ qels dikin û tune dikin. Di vê erdnîgariya ku gelek netew bi hev re dijîn de, xelk bi xetereya tunebûnê rûbirû maye. Li Rojhilata Navîn jî navenda şer û aloziyan bûye Başûrê Kurdistanê. Ji bo tepisandin û tinekirina vîna tevgera azadiya gelê kurd bi her awayî li Iraq û Başûrê Kurdistanê şer ferz kirin, ji vê yekê sûd wergirtin û bi vî şerî li Rojhilata Navîn tovê şer çandin." 
 
'YA WÊ BI SER BIKEVIN AN JÎ WÊ TÊK BIÇIN’ 
 
Abdullah, anî ziman ku kesê ku li dijî pergala ku li serê Rojhilata Navîn bûye bela têdikoşe tevgera azadiya kurd e û ev tişt got: "Ji ber vê yekê netew û hêzên demokratîk ji bo rizgariya ji pergala desthilatdariya modern a kapîtalîst têdikoşin. Ev pergala ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê dawî lê hat, şerê nûkirina xwe da destpêkirin. Ev şer yan wê bibe ji nû ve zayîna van an jî wê bibe hilweşîna wan. Ev şer bi komploya li dijî birêz Ocalan dest pê kir. Wê komployê encam negirt, têk çû. Lê niha jî tevgera azadiyê ya ku birêz Ocalan afirandiye ji xwe re kirine hedef."
 
'BARZANÎ DESKEFTIYÊN KURDAN JI XWE RE DIKE QURBAN’ 
 
Abdullah, diyar kir ku seranserî dîrokê Tirkiye dijminahiyê li dijî kurd dike û wiha domand: "Dewleta tirk bi salan e li dijî têkoşîna mafdar a gelê kurd disekine. Li hemberî vê têkoşînê dijminatiyê dikin. Bi taybetî piştî şoreşa Bakurê Kurdistanê ya di dawiya salên 1970’an de, operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmê dest pê kirin. Bi hevkariya Barzanî di 17’ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êriş pêk hatin û hê jî ev êriş berdewam dikin. Malbata Barzanî her tim bûye hevparê van êrişan. Dema em li dîroka vê malbatê dinêrin, her tim di potansiyelek ku hêzê dide dagirkeran de rawestiyaye. Ev malbat hemû destkeftiyên gelê kurd dike qurbana berjewendiyên xwe yên şexsî. Bi piştgiriya vê zîhniyeta ku dewlemendiyên vê herêmê talan dike, tunebûna xwe tîne.” 
 
'JI BILÎ SERKEFTINÊ TU ÇAREYA ME NÎNE' 
 
Abdullah, bi lêv kir ku bi saya têkoşîna ku gelê kurd dide gelên Rojhilata Navîn li hemberî vê pergalê bûne xwedî gotin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hemû gel dibînin ku Kurdistan li ser xeta neteweya demokratîk a ku bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û berdêla vê yekê dide. Berê çawa dixwestin dagir dikirin, lê niha kurd hene û şoreşger pêşengiya vê têkoşînê dikin. Pêwîste li çar parçeyên Kurdistanê kurd xwedî li vê têkoşînê derbikevin û alîkariya wan bikin. Ji niha û pê ve ya girîng ji bo gelê kurd yekitî û helwesteke hevpar e. Başûrê Kurdistanê bûye navenda şerê li dijî kurdan. Rast e, li Kurdistanê şer heye lê ji bilî serkeftinê tu çareya me nemaye. Di vê pêvajoyê de pêwîstiya gelê kurd bi tifaqa çareseriyê û konferansa netewî ya kurd heye. Dibe ku ev şerê ji bo şikandina pergalên desthilatdar ji bo kurdan firsendek be." 
 

Sernavên din

06/05/2022
09:42 Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin
09:31 Du kesên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Piştî 30 salan hatin berdan: Berdana me ne azadî ye, divê roja me û hemû girtî azad bibin
09:03 Li Girtîgeha Kilîsê 7 girtî 15 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:03 Endama Koordînasyona TAJÊ Heco: Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkeriyê
09:03 ‘Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike'
09:03 10 çawîşên ku di şer de derûniya wan xirab bû îstifa kirin
09:02 Emîne Şenyaşar: Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'YAN
05/05/2022
23:03 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
21:41 Îvrendî yê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazî kirin
21:03 Beştaş: Ne hedê we ye ku hûn êrişê bibin ser navenda me ya giştî
20:06 Ji 6 partiyan daxuyanî: HDP ne bi tenê ye
19:03 Jin Bi Hev Re Bihêz in: Başaran hevrêya me ye, em serî natewînin
18:12 Li Stenbolê provakasyona li hemberî HDP'ê tê şermezarkirin
17:14 Jinan provokasyona li dijî HDP’ê şermezar kirin
17:14 ‘Divê mamosteyên nîjadperest bên darizandin û cezakirin’
17:06 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
16:57 Ji Yenî Akît a heqaret li Garîbe Gezer kirin re biryara neşopandinê hate dayîn
16:44 PDK nahêle xelkê Şengalê vegere malên xwe
16:39 Başaran: Serkêşê provokasyonê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye
16:24 Koma Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê daxuyanî da
16:00 Cehdeyên Amedê di bin avê de man
15:45 Nobeta Edaletê: Çelengekî deynin ber deriyê mala Erdogan
15:32 Akgun ê ku ev 30 sal bûn girtî hate berdan
15:25 Li Cûdî 8 leşker hatin kuştin lê 2 hatin aşkerekirin
15:22 HDP’ê ji bo elewiyan kampanya da destpêkirin: Çareserî welatîbûna wekhev e
15:18 Gunay: Bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis provakasyonan derdixin.
15:09 Li Qamişlo ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê’
15:06 Provokasyona polîsan a li pêş HDP’ê didome
14:38 Malbatan gazî Wezîrê Dadê kirin: Zarokên me berdin
14:28 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
14:28 Akman û Çîftçî ku Nobeta Edaletê didomînin hatin binçavkirin
14:03 Parlamenterên Îskoçyayê ji bo HDP’ê pêşniyazname dan parlamentoyê
13:27 Polîsan Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, gef li parlamenter xwarin
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:06 Ferît Şenyaşar: Gavek hiqûqî hat avêtin lê daxwazên me nehatin cih
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe