‘Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike'

img

STENBOL - Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Nesîm Ozkan, diyar kir ku malbat ji bo balê bikişînin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nobeda xwe ya edaletê didomînin û got: "Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike." 

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin ku li ber Edliyeya Stenbolê hatibû destpêkirin, di hefteya 7'an de didome. Malbat ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistina CHP'ê, Partiya Saadetê (SP) û Partiya Kedê (EMEP) a Stenbolê kirin. Malbatên ku daxwaza wan a ji bo hevdîtina bi Baroya Stenbolê re bê bersiv ma, daxwaza hevdîtinê li Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Partiya Gelecekê, DEVA, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran (TMMOB), Înîsyatîfa Piştevaniya Bi Girtiyan Re û Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) bikin. 
 
Hevserokê Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran Re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Nesîm Ozkan, têkildarî Nobeda Edaletê û rewşa girtîgehan de axivî. 
 
‘NOBEDA EDALETÊ LI HER DERÊ BELAV BÛ'
 
Ozkan, bibîr xist ku dayik mehekê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar xistine û malbat ev çalakî bi înîsyatîfa xwe kirine û dixwazin bi vê çalakiyê balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Ozkan got: "Malbat bi van çalakiyan doza edalet û hiqêq dikin. Her wiha dayikan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) jî çalakî li dar xistin. Dayik nesekinîn gotin, 'zarokên me li girtîgehan bi binpêkirinên mafan û îşkenceyê re rû bi rû dimînin, em nikarin li malê wisa rihet rûnên.' Ji bo zarokên xwe tim têkoşiyan. Em MATÛHAY-DER, em tim li cem dayikan bûn û di warê hiqûqî de me alîkariya wan kir." 
 
Ozkan, anî ziman ku ew MATÛHAY-DER tevî malbatan serdana partiyên siyasî dikin û daxwazên girtiyan û malbatan radigihînin nûnerên partiyên siyasî. Ozkan, bilêv kir ku partiyên siyasî piştgiriya lêgerîna edaletê ya malbatan dikin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Ozkan, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan girêdayî hev in û got: "Nebihîstina dengê Birêz Ocalan, astengkirina hevdîtina wî ya bi parêzeran û malbatê re dibe cihê fikaran. Ji bo pêşî li ber mirinên li girtîgehan rû didin bê girtin êdî divê rêxistinên civaka sivîl jî dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê me serdana partiyên siyasî kir." 
 
‘PLATFORMA DEMOKRATÎK'
 
Ozkan, anî ziman ku çûne cem kîjan partiyê hemûyan jî aniye ziman ku li Tirkiyeyê bêhiqûqîtî heye û got, rêxistinên civaka sivîl, nivîskar, akademîsyen, hunermenn û rewşenbîr bên cem hev du û deklerasyonekê biweşînin. Ozkan got: "Hemû partiyên em çûne cem wan vî tiştî dixwazin. Xebatek wisa heye. Ev divê ne heyeta şopandina girtîgehnî divê di bin navê platformeke demokratîk a berfireh de bê kirin. Û divê em bînin ziman ku divê hiqûqeke gerdûnî bê çêkirin. Wekî paltforma ku di dema greva birçîbûnê ya 2012'an de hatibû çêkirin." 
 
Ozkan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her sal 12 girtîgeh tên çêkirin û yên tên çêkirin bi piranî jî yên tîpa S'yê ne û li van girtîgehan girtî bi "tecrîda li ser tecrîdê" re rû bi rû dimînin. 
 
BANGAWAZÎ
 
Ozkan, destnîşan kir ku divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike û got: "Her kes divê bibe hevparê hêsirên dayikan. Hêvîdar im rojek berî rojekê em ê ji vê bêhiqûqîtiyê xelas bibin." 

Sernavên din

09/05/2022
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
14:42 Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê
14:27 6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:23 Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in
13:55 Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike
13:09 Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire
13:08 Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
12:47 Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê
12:43 Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê
12:16 Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
11:45 Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
11:44 Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?
11:08 Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê
10:55 Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst
10:53 Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin
09:58 Doz li dayika Pinar Gultekîn hate vekirin