Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e

  • rojane
  • 09:12 8 Hezîran 2022
  • |
AMED - Amediyan bal kişand ser "Meşa Gemlîkê" ku dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîdê bê lidarxistin û ji bo tevlibûnê bang kirin.
 
Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999'an heya niha di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Her wiha her ku diçe tecrîda li Îmraliyê girantir dibe û zêdetirî salekê ye tu xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî nayên qebûlkirin.
 
Girêdayî vê çalakî û nerazîbûnên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan jî didomin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîdê, bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin" "Meşa Gemlîkê" li dar bixin. Amediyan ji bo meşê bang kirin. 
 
 
Welatiyê bi navê Mehmed Zahir Gultekîn anî ziman ku bi sedan sal e pirsgireka kurd li vî welatî heye û çareseriya pirsgirekî jî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Gultekîn bi lêv kir ku ev demeke dirêj e Ocalan bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin û wiha got: “Heke ew tecrîd di destpêkê de rabûna dê ev welat jî neketana vî halî û hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelê tirk wê baştir bûna. Em tecrîdê şermezar dikin û tu car jî qebûl nakin.”
 
‘MEŞ JI BO HEMÛ GELAN Û MAFAN E’
 
Gultekîn bal kişand ser "Meşa Gemlîkê" ku dê di 12'ê hezîranê de ji bo şikandina tecrîdê bê lidarxistin û wiha bang kir: "Banga min ji bo tevahiya gelê me û gelê tirk e. Kesên ku dikarin tev li bibin bila xwedî li çalakiyê derkevin. Ji bo me pir girîng e. Gelê Stenbolê, Îzmîr, Kocaelî û kesen ku nêzin teqez divê tev li çalakiyê bibin. Ew meş ji bo hemû gel û mafan e.”
 
‘ÇAVÊ KURDAN LI RÊYA ABDULLAH OCALAN E’
 
Welatî Mehmed Yosunkaya jî diyar kir ku daxwaza wan rakirina tecrîdê ye û wiha domand: "Gelê kurd hemû dixwaze tecrîd rabe û Abdullah Ocalan derkeve. Bila gel jî bibin yek û destê xwe bidin hev û xwedî li çalakiyê derkevin. Çavê kurdan li rêya Abdullah Ocalan e. Em hemû jî azadiya wî dixwazin. Heke em gel jî nebin yek û xwedî li meşê dernekevin wê wisa bidome. Em azadî û aştiyê dixwazin, em dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn."
 
‘ABDULLAH OCALAN RÊBERE ME YE’
 
Welatî Bilind Sur jî bi lêv kir ku heke tecrîd rabe dê pirsgireka herî mezin jî bi dawî bibe û aştî û aramî were vî welatî. Sur, ji bo tevlibûna meşa 12’ê hezîranê bang li gel kir û ev tişt anî ziman: "Ew meş wê hezekê jî bide gel. Lewma pir girîng e. Heke ew meş xurt bibe dê tecrîd jî rabe. Ji ber wê bila gel ji bo hebûna xwe ji bo aştî û zimanê xwe tev li meşê bibe. Abdullah Ocalan rêber û pêşengê me ye. Divê ew tecrîd bê şikandin.”
 
'PEVAJOYA ÇARESERIYÊ'
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Sazaî Çapar jî pevajoya çareseriyê ya di navbera 2013- 2015’an de bibîr xist û wiha pê de çû: "Li gorî berjewendiyên xwe ew pevajo xirab kirin. Wê demê her tişt baş bû. Tecrîd li ser kê dibe bila bibe tiştekî baş nîn e. Tecrîd rabe wê biratî û aştî were, ji ber wê rakirina tecrîdê û meşa ku bêlidarxistin tiştekî baş e. Heke tecrîd rabe dê pirsgireka kurd jî çareser bibe.”
 
Her wiha welatiyê bi navê Mûstafa Akgul jî der barê mijarê de destnîşan kir ku heta gel ranebe ser pêyan tiştek çareser nabe.
 
‘TECRÎD LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Welatî Ramazan Cengîz jî anî ziman ku divê pirsgireka kurd li ser maseyê bê çareserkirin û ji bo Meşa Gemlîkê jî wiha axivî: “Çend sal in hevdîtin bi Ocalan re çenabin, divê bi parêzer û xizmên xwe re hev dîtine çêbike. Pirsgirêk li ser maseyê tê çareserkirin, tecrîd dijî mirovahiye ye. Divê çalakiyên bi vî rengî her tim bên lidarxistin. Ew meş ji bo aştiyê jî destpêkek e. Divê tevlibûna xurt be. Tevlibûn çiqas xurt be dê ewqas dengekî bilind derkeve."
 
Derheqê mijarê de Ramazan Nesîm jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li her derî belav bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Ocalan û bi hezaran girtî di girtîgehan de ne. Rewşa girtiyan qet baş nîn e. Divê tecrîda li ser Ocalan û hemû girtîgehan bê rakirin. Ji ber we jî ev meş pir girîng e. Divê hemû kes tev li meşê bibe."
 
 

Sernavên din

08/06/2022
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn