4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye

  • rojane
  • 09:08 14 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Dayika Husna Ataman ku 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye, anî ziman ku dixwaze berî bimire kurê xwe bibîne. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê binpêkirina mafên girtiyan her diçe zêdetir dibin. Ji lêgerîna tazî heta bi qedexekirina hevdîtinan a bi malbatan re girtî bi gelek pêkanînên dijmirovî re rû bi rû dimînin. Her wiha ji ber ku girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin, malbat jî nikarin bi awayekî rêkûpêk wan bibînin. Ji van girtiyan yek jê jî Harûn Ataman ê 42 salî ye. Ataman, li navçeya Elkê ya Şirnexê di sala 2015'an de piştî pêvçûneke ku li herêmê rû dabû bi îddîaya "endamtiya rêxistinê","Alîkariya ji bo rêxistinê" hatiye girtin û 14 sal ceza lê hatiye birîn.
 
Husna Ataman a 70 salî, dayika Harûn Ataman ji ber ku kurê wê dûrî wê ye nikare biçe hevdîtinan û ev 4 sale kurê xwe nabîne. Ataman ku ji roja ku kurê wê hatiye girtin heta niha tenê 2 caran kurê xwe ditiye anî ziman ku ji ber ku kurê wê di girtîgeheke dûrî wan de ye nikare biçe girtîgehê û xwest berî ku bimire kurê xwe bibîne. 
 
EV 4 SALIN KURÊ XWE NABÎNE 
 
Dayik Ataman bi lêv kir ku bi zanebûn zarokên wan sewqî girtîgehên dûr dikin û got: "Ev 4 sal in min kurê xwe neditiye. Çi tê serê wî nizanim. Dema hat girtin ew birin Girtîgeha Şirnexê. Pişt re ji wir sewqî Girtîgeha Ordûyê kirin û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Bafrayê ya Samsunê ya Tîpa T'yê kirin. Ji roja ku wî birine Samsunê heta niha ez neçûme min e wneditiye. Çimkî em nikarin biçin. Hem derfetên me yên aborî ne guncav in hem jî ji ber ku pir dûr e ez nikarim biçim. Kurê min bi bêbextî hat girtin. Piştî ku avahiyê wî şewitandin pişt re girtin. 14 sal cezayê girtîgehê lê birîn û ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Mala min, ya birayê min û biraziyê min şewitandin. Ma ev ne zilm e? Ez û kurê xwe wekî hevalên hev bûn. Min ne ne jî wî me bêyî hev îdare nedikir. Niha ez biçim hevdîtina wî jî divê ku ez zarokên wî jî bi xwe re bibim. Heger ez wan jî bi xwe re bibim wê mesref pir be û derfetê me jî tune ye. Pir dûr jî birine. Ev 4 sal e min ew neditiye. Tişteke gelek zehmet e ku mirov 4 salan zarokên xwe nebîne. Ev 4 sal e ne min ew dît û ne jî wî zarokên xwe dîtine. Piştî kurê xwe ez nexweş ketim û roja ku ez li wî nefikirim tune ye." 
 
'DEST Û PÊYÊN WÎ GIRÊDANE Û SIRGÛN KIRINE'
 
Ataman bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî. Dayik Ataman bi lêv kir ku her roj ji girtîgehan cenazeyek derdikeve û wiha got: "Kurê min 3 mehan jî di greva birçîbûnê de mabû. Ji ber wê jî pir qels bûbû. Ji min re nedigot. Kurê min girtin û zilm li me kirin. Dema ku sirgûnî Orduyê kirin dest û pêyên wan girê dan û wisa birin. Heta ku birine Orduyê îşkence li wan kirine. Dema ku anîne dadgehê jî dest û pêyên wan bi awayekî girêdayî anîne. Ma îşkenceya ji vê mezintir heye? Heta niha çend cenazeyên kurdan ji girtîgehan derketin? Her roj cenazeyek derdikeve."
 
DIXWAZE KURÊ XWE BIBÎNE
 
Ataman anî ziman ku daxwaziya wê tenê carekê kurê xwe bibîne û got: "Min pir bêriya kurê xwe kiriye. Heger min ev qasî bêriya wî kiribe, niha bê zarokên wî çi qasî bêriya wî kirine. Tenê daxwaziya min ew e ku hê sax im kurê xwe bibînim. Piştî ku min kurê xwe dit hema bila ez bimrim. "
 

Sernavên din

17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin