EDENE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin demildest verastkirinên qanûnî bike û got ku îktîdar bi zanebûn pêvajoyê bi demê re vedihêle.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, tev li hevdîtina gel a rêxistina partiyê li Edeneyê li dar xist, bû. Tulay Hatîmogûllariyê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gel re agahî parve kir. Tulay Hatîmogûllariyê, da zanîn ku hewceye êdî çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî zemîneke qanûnî û hiqûqî bibe û îktîdar bi zanebûn pêvajoyê bi demê re vedihêle.
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser girîngiya komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û got avakirina komîsyonê encama têkoşîna bi sala ye. Tulay Hatîmogûllariyê, axaftina xwe wiha domand: “Mîna birêz Abdullah Ocalan jî bi sala ye biisrar dibêje, ev pêvajo ferz dike ku têkoşîn derbasî zemîneke hiqûqî û qanûnî bibe.”
‘DIVÊ TÊKOŞÎN DERBASÎ QONAXEKE NÛ WERE KIRIN’
Tulay Hatîmogûllariyê bi lêv kir ku têkoşîna gelê Kurd a nîvesir e didome bi xwe re gelek destkeftiyên girîng aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em behsa gelekî bi têkoşîna çekdarî hebûna xwe daye qebûlkirin dikin. Di halê hazir de hewceye ev destkeftiye derbasî zemîna siyaseta demokratîk, zemîneke qanûnî bibin û veguherin statûyeke hiqûqî. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, dê ji bo tevahiya gel û baweriyên li Tirkiyeyê deriyê demokratîkbûnê veke.”
‘ABDULLAH OCALAN BI XWE BANGA XWE PARVE KIR’
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan du meseleyên esasî yên Tirkiyeyê ne û ev nirxandin kir: “Misogerkirina mafên gelê Kurd, dê pêşiya cîbicîkirina daxwazên civaka Elewî û civakên din ên baweriyan jî veke. Di dema banga 27’ê Sibatê de ez li Îmraliyê bûm. Birêz Ocalan bi hûr û kûr sedema banga xwe, her peyva di metnê de cih digire çi ye ev yek bi me re parve kir. Em jî her cihê diçinê van agahiyan bi gel re parve dikin.”
‘DEMA KOMÎSYON DIÇÛ GIRAVÊ PIRSGIRÊK JIYA’
Têkildarî xebatên komîsyona Meclisê jî Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Hinek partiyan çûna Îmraliyê qebûl nekir. Di hevdîtina li Îmraliyê de birêz Ocalan destnîşan kir ku ji şerê Milazgirê heta niha Kurd û Tirkan di navbera xwe de tifaqên serkeftî pêş xistine û ev bi berfirehî vegot. Di hevdîtinê de li gel erk û berpirsyartiyên komîsyonê, her wiha meseleya qanûnîbûna wê jî destnîşan kir.”
‘BENDEWARIYA ME, DESTPÊKIRINA VERASTKIRINÊN QANÛNÎ NE’
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê behsa pêvajoya amadekirina raporê ya komîsyonê kir û got: “DEM Partiyê rapora xwe radest kir. Hinek partiyan hêj teslîm nekirine. Piştî temambûna raporan, dê komeke xebatê ya ku ji her partiyê nûner tê de cih digirin were avakirin. Em li bendê ne ku ev kom raporekê amade bike. Daxwaza me ew e ku demekî kin piştî serê salê li komîsyonên îhtîsasê verastkirinên qanûnî dest pê bikin. Derxistina qanûneke taybet û berfireh pêwîst e û divê qanûna înfazê biguhere. Rejîma înfazê ya heyî, dike ku girtiyên siyasî demekî dirêj di girtîgehê de bimînin. Şert e ku ev bêedaletî ji holê rabe.”
‘ÎKTÎDAR PÊVAJOYÊ BI DEMÊ RE VEDIHÊLE’
Tulay Hatîmogûlariyê anî ziman ku îktîdar bi zanebûn pêvajoyê bi demê re vedihêle û axaftina xwe wiha qedand: “Em li bendê bûn ku ev qanûn beriya serê salê derkevin û bi mehan berê biçûna giravê. Lêbelê her tim taloq kirin û rewşekî mijûlkirinê heye. Em tevek vê rewşê dibînin.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.
