ŞIRNEX - Polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ku zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan qetil kiribû, tevî biryara bultena sor jî ev 11 sal in hêj nehatiye girtin.
Polîsê tevgera tîmên taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez, di 14’ê Çileya sala 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan qetil kir. Ji bo girtina Goçmez biryara bultena sor hate dayin lê tevî vê jî ev 11 sal in nayê girtin. Danişîna 14’an a qetilkirina Kazanhan li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Malbata Kazanhan û parêzerên malbatê tev li danişînê bûn. Di danişîna beriya vê de ji qeydên HTS’ê hatibû tespîtkirin ku faîl Goçmez hejmara telefonê ya Serkan Kizildemîr bi kar tîne. Li ser vê yekê dadgehê biryar dabû ku li telefonê were guhdarîkirin û şahidê bi navê Serkan Kizildemîr jî bi darê zorê bînin dadgehê. Lêbelê Kizildemîr tev li danişînê nebû.
Di dosyeyê de şande hate guherandin û hat gotin ku hêj faîl Goçmez ê ji bo wî biryara bultena sor hatiye dayin nehatiye girtin. Midûriyeta emniyetê ku dadgehê jê xwestibû Serkan Kizildemîr bi darê zorê bîne dadgehê jî bersiva dadgehê neda.
Bavê Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan di danişînê de îfadeyên xwe yên berê dubare kir û xwest faîl were girtin. Parêzerê malbatê Osman Cîngoz jî îfadeyên xwe yên berê dubare kir û xwest bersûc were girtin û cezakirin. Dozgerê dosyeyê, xwest hêmayên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin û xwe li benda cîbicîkirina biryara bultena sor bigirin.
Şandeya dadgehê, daxwaza dozger qebûl kir û danişîn taloqî 13’ê Adara 2026’an kir.
ÇI BÛBÛ?
Zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan, dema di 14’ê Çileya 2015’an de li Taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê di qadekê vala de ji xwe re dilîst, di encama gulebarana polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez de hate qetilkirin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê cezayê muebbedê da polîsê bersûc. Lêbelê bi îdiayên “tehrîka neheq” û “başhaliyê”, cezayê bersûc daxist 13 sal û 4 mehan. Biryar, ji hêla dadgeha îstînafê û Dadgeha Bilind ve jî hate erêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), bi sedema “daxistina cezayê ya ji ber tehrîkkirina neheq”, biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da û ji bo encamên binpêkirinê rê li ber vekiriye ji holê rake, dosye dîsa şand 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê. Dadgehê, doz jinûve li dar xist û ji bo faîl Mehmet Nûrbakî Goçmez biryara girtinê da. Lêbelê tevî ewqas dem ser re derbas bû jî faîl hêj nehatiye girtin.
