Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe

  • rojane
  • 15:01 7 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehê çareser nabe. Ev dosya, doza veşartina rastiyan e.” 

 
Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja 8’an de berdewam dike. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenter, rêveberên rêxistinên Enqere û navçeyên wê, malbatên siyasetmedarên girtî û gelek parêzer amade bûn. 
 
Her wiha endamê Lijneya Avakeran a Partiya Devayê Tunahan Elmas, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Deva’yê Mehmet Emîn Ekmen, Cîgirê Serokê Karên Hilbijartinê yê Partiya Deva’yê Yûsûf Şahîn, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Zeynel Emre û Serokatiya CHP’a Enqereyê jî di danişînê de amade bûn. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin.
 
‘HDP FIKREKE AZADIYÊ YE’ 
 
Endamê MYK’a HDP’ê Alp Altinors têkildarî lêkolana girtinê mafê axaftinê girt û wiha got: “Hewl didin HDP û MYK’a wê li vir bidarizînin. Dozeke siyasî ye. Hewl didin pirrengiya HDP’ê li vir krîmînalîze bikin. Li gorî min HDP fikrek e. Fikrekî azadiyê ye.” 
 
‘GELO HÛN DOPÎNGÊ DIGIRIN?’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel axivî û kesên li eywanê silav kir. Tuncel, piştre jî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê pîroz kir û got ku dê di demên pêş de di hilbijartina ewil de desthilatdarî têk biçe. Tuncel, bal kişand ser periyodên danişînan û wiha domand: “Em insan in û her çiqas li girtîgehan de jî be, em dijîn. Nizanim bê ka hûn dopîngê digirin an na lê gelek rewşên me yên awarte tune ne. Hûn 2 hefteyan periyodan dikin û ev jî besî we nake ku danişîn heta nîvşevê berdewam dikin. Dema em diwestin û ji danişînê derdikevin jî hûn dibêjin ku me ji mafên xwe feraxat kiriye. Rewşa me jinan hinek cudatir e. Periyoda jinan û ya danişînan hev nagirin.  
 
LI VIR CMK’AYEKE NÛ HATIYE ÇÊKIRIN
 
Ev rewş, binpêkirina mafên mirovan û îşkence ye. Hûn, me bi awayekî neheq didarizînin. Hûn berpirsyartiya bûyerên  6-7’ê Cotmehê bi tevahî têxin stûyê me. Lê belê li vê derê darizandineke bitendurist nayê kirin. Şert û mercên heyî, şerta xwe li ber girtinê ji holê radike. Hêj pirs neqediyayîn hûn gilîker û şahidan guhdar dikin. Vê yekê CMK’a we dibêje. Lê hûn li vê derê CMK’ayeke nû ava dikin. Ew jî bes nake ku hûn îcar jî parastinê bisînor dikin. Parastinê jî hûn bikin û bila ev kar biqede. Ev, xwepêşandaneke. Em di sîrkekê de ne. Hûn ewqas eceleyê dikin ku di dawiya hefteyê de we li şahidê nepen guhdar kir. Û we piştre jî got; ‘Hûn pirsên xwe amade bikin û em jî dê bişînin.’ Çima, gelo ma hûn posta ne? 
 
WERIN EM HESABÊ JI AKP’Ê BIPIRSIN
 
Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehê çareser nabe. Bihêlin ku em û AKP hesabê ji hev bipirsin. Binêrin, vaye hilbijartin tê. Ev dosya, dosyaya nixûmandina rastiyê ye. Ev rewş, ev provakasyon kê derxist? Kê pêvajoya çareseriyê qedand? Hûn jî baş pê dizanin ku ev mijar bi parvekirina twîteka HDP’ê dest pê nekir. Tu mexdûreke rasteqîn ji me gilîdar nebû. Yên ku giliyê me kirine jî peywirdarên emniyetê ne. Xweziya tevahiya welêt ev doz bişopanda û ew derhiqûqiyên li vê derê bidîtina. We li vê derê peywira TEM’ê li xwe girtiye. We teşhîs kir. Heta ku pirsgirêka hemwelatiyê ya kurdan çareser nebe, demokrasî jî çênabe. Têkiliya birêz Ocalan a bi civakê re tê qutkirin. Mafên wî yên herî bingehîn jî dibin mijara bazariyê.” Tuncel, piştre jî beşeke derheqê amadekariyên Makeqanûnê û çareseriyê ya di Nîşeyên Hevdîtina Îmraliyê  de xwend. 
 
‘AKP’Ê BI XWE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ QEDAND’
 
Di berdewamê de jî Tuncel wiha got: “Heke li gorî Makeqanûnê ku wê demê qala wê dihat kirin bikirana, dê îro di vê rewşê de nebûya. Gelo dewletê yan kurdan îradeya çareseriyê nexwest? Tu hêzeke emperyalîst yekitiya gelan naxwaz e. Her tim qadên ku bikarin bi rêve bibin û kengî bixwazin bikarin destwerdanê lê bikin  dixwazin. Astengiya li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê ne HDP an jî kurd lê, AKP bi xwe ye. AKP’ê bixwe pêvajoya çareseriyê têk bir. Daxwaza jiyaneke wekhev û azad a kurdan tune dihesibîne. Di bingeha vê de jî dijminatiya li kurdan heye. Li Rojava û Rojhilata Navîn kurdan hedef digire. Ya ku rê li ber tundiyê vedike, polîtîkaya we ya înkar û tunekirinê ye. 
 
DIXWAZIN VEGERÎNIN TARÎTIYA SERDEMA NAVÎN 
 
Di Newroza Amedê de cil û bergên zarokeke 5 salî derxistin û şopa wê ya tiliyê girtin. Navê vê sepanê, nîjadperestî ye. Ji tifaqa Millet re jî dibêjin; ‘Li kêleka HDP’ê xuya nekin. Heke hûn bisekinin dê bibin terorîst.’ Li kîjan devera cîhanê ewqas dozên heqareta li serokkomar hene. Dixwazin me vegerînin tarîtiya serdema navîn. Tevî rewşa xwe ya girtî jî em bang li gelan dikin û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.
 
Di tarîtiya serdema navîn de 7 hezar jin hatin şewitandin. Nivîskar Marîa Mîes têkildarî nêçîriya pîrhebokan pirtûk nivîsandiye. Yek ji sedema hedefgirtina jinan jî sedemên aborî ne. Kurd jî mîna jinên wê demê li ber xwe didin. Bendewariyeke min ji we nîne. Lê daxwaza min ew e ku êdî dadgeha we dawiyê li vê îşkenceya ser Aysel Tugluk bîne.” 
 
ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ YÊN ŞAHIDÊN NEPEN 
 
Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Alî Urkut jî diyar kir ku îfadeyên şahidên nepen hev nagirin û ji rastiyê dûr in. Urkut, destnîşan kir ku şahidên nepen bêyî ku tiştekî şênber bibêjin diaxivin û wiha got: “Divê îfadeyên şahidên nepen neyên qebûlkirin. Gotinên weke ‘vî wiha got, yên din wiha got, filan kes ji filan kesî hez dike yan jî hez nake’ û hwd. Îfade bi vî rengî ne. Ev der ne cihê fesadiyê lê dadgeha eywanê ye. Divê dadgeh dev ji van periyodên danişînan berde. Ev dosya, dosyayeke vala û dozeke siyasî ye. Ji bo krîmînalîzekirin û girtina partiyeke muxalîf hatiye vekirin. Ez beraeta xwe dixwazim.” 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN NEPEN DERAQILÎ NE
 
Endama MYK’a HDP’ê ya berê Ayşe Yagci jî têkildarî îfadeyên şahidên nepen axivî. Yagci, got ku îfadeyên şahidên nepen derîaqil in û yek ji wan jî tiştekî şênber negotine. 
 
Şandeya dadgehê piştre saetek navber da danişînê. 
 

Sernavên din

12/07/2022
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin